Li Rojhilat û Îranê hêrsa jinan didome

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên ku bi pêşengtiya jinan pêş dikevin, di roja 13’emîn de ye.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hat qetilkirin di roja 13’emîn de bi pêşengtiya jinan didome. Esnafên ku beşdarî çalakiyan bûn bang kirin ku bajarên din jî beşdarî xwepêşandanan bibin.

Li gorî agahiyên ji heremê hatine girtin, xwepêşandanên li Rojhilata Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Esnafên ku ji bo piştevaniya çalakiyan dikanên xwe digrin, daxwaza bi dawî anîna tundûtûjiya bipergalî ya Komara Îslamî kirin. Bang li her kesê kirin ku bi girseyî beşdarî çalakiya mezin a şeva înê bibin.

Her wiha xwendekarên zanîngeha Gonbad Kavos jî daxuyaniyekê ku daxwaz kirin ku xwendevanên zanîngehan tevlî çalakiya mezin bibin.