Li Rojhilat û Îranê çalakiyên şev didome

Xwepêşanderên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî hemû zext û zordariya hikûmetê jî li gelek bajaran agir pêxistin û banga berdana hemû girtiyên siyasî kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana “Jin jiyan azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, meha xwe ya 6'emîn li pey xwe hişt, xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bi şêweyên cuda berdewam dikin. Gel tevî hewldanên hêzên rejîma Îranê yên  tepisandina xwepêşandanan jî, duh bi şev li gelek bajarên Rojhilat û Îranê di çalakiyan de bûn.

'Dê çalakî bidomin'

Xwepêşanvanên ku duh şev li bajarên Sinê, Kirmaşan, Îlam, Urmiye, Tahran, Şîraz, Îsfehan, Kerec, Bandar Abbas, Tebrîz, Mazenderan, Ehwaz, Reşt û bajarên din daketin qadan, bi dirûşmeyan agir pêxistin. Xwepêşanvanan li ser dîwaran nivîsandin û belavokên banga serhildanê belav kirin. Xwepêşanvanan diyar kirin ku heta hikûmet were rûxandin û pergal bê guhertin dê çalakiyên wan bidomin.

Banga berdana girtiyan hat kirin

Xwepêşanvanan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku, ger girtiyên siyasî heta roja pêncşemê neyên berdan, ew ê kabloyên elektrîkê yên cihên ji raya giştî  re vekirinê bidin ber agir. Her wiha xwepêşanvanan li Kirmaşanê pankart û alayên hikûmetê şewitandin, der barê ronîkirina rewşa Serpel Behnam Zareyî  ku ji ber nepêkanîna bernameya Komara Îslamî ya Îranê hatibû girtin de jî daxuyanî dan.