Li Rojhilat û Îranê 165 jin hatin qetilkirin

Li gorî nûçeya Rojnameya Sarkê ya Rojhilat û Îranê, mêran di du salên dawî de 165 jin qetil kirine.

Navenda Nûçeyan – Komkujî û tundiya li ser jinan li Rojhilat û Îranê berdewam dike. Daneyên li herêmê roj bi roj zêde dibin. Li gorî nûçeya Rojnameya Sharq (Şark) li Rojhilat û Îranê 165 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li gorî raporê, ji 165 jinan 108 jin ji aliyê mêrên xwe, 17 ji aliyê birayên xwe ve, 9 ji aliyê kurê xwe ve, 13 ji aliyê bavên xwe û 18 jin jî ji aliyê mêrên din ên malbatê ve hatine qetilkirin. 

Di daneyan de hejmara çekdarên ferdî jî derket holê. Derket holê ku ji 165 jinan 43 jê bi çekê hatine qetilkirin. Di raporê de ku balê dikişîne ser wê yekê ku mêr di dema qirkirina jinan de serî li îşkenceyê didin; hat diyarkirin ku 40 jin bi amûrên birîn û qulkirinê hatine qetilkirin.