Li Rojava şoreşeke din: Yekitiya Kurdan - ÇAVDÊRÎ

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nîşan da ku ji bo yekitiya Kurdan û di projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk de divê Kurd çi bikin.

ROJBÎN DENÎZ

Li Rojava Kurdan gaveke din a bi qasî şoreşê hêja avêtin. Ji bo yekitiya neteweyî ya ku xeyalên gelê Kurd û jinan e, di fikir û têkoşînê de yekitî û helwesta hevpar çêbibe, ji çar aliyan Kurd li Qamişloyê hatin ba hev. Bajarê Qamişloyê ku cihê yekitî, têkoşîn û hevpariyê ye, bû cihê mazûvaniya Kurdan û hewldanên yekitiya neteweyî û sekneke dîrokî raber kir.

Vê têkoşîna ku ji şoreş û evîndariya Qamişloyê çêbûye, destpêkê bihevrebûna jinan derxist holê. Jinên Kurd bi konferansa 3’yemîn a neteweyî re pêşengiya yekitiya neteweyî kirin. Li eywana konferansê jin bi serbilindî, eniya vekirî, fikrên xwe yên gihîştî û hêza xwe ya hevpar amade bûn. Cilên rengîn ên jinan, rûyê wan ê bi ken, peyamên “De pêvajo ya Kurdan, gelan û jinan be” li ser hemû kesên li eywanê bandorek mezin çêkir.

Banga aştî û civaka demokratîk Kurdan anîn ba hev

Niha temamiya modela neteweya demokratik û hêza ku ji ber vê yekê çêbûye dê pêşî li çareseriya mayînde veke. Tişta ku mora xwe li eywana konferansê da yekitiya Kurdan û di projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk de cihê Kurdan bû. Avakirina Sûriyeya Demokratîk, çareseriya meseleya Kurd li Sûriyeyê û der barê statuyê de fikrên hevpar derketin holê. Ji bo yekitiya Kurdan çêbibe divê ku ji partîbûyîna teng û netewperestiyê zêdetir, nasnameya neteweyî û berjewendî derkevin pêş ev yek dê serkeftinê bi xwe re bîne.

Di axaftinan de dîrokzanan, li ser perspektîfa zanîna dîrokê û tecrubeyan nirxandin kirin, vê nêrînê parastin. Helwesta hevpar û yekitî, rola gelê Kurd a li ser van axan, nirxên Kurdan li Rojhilata Navîn zêde kirine, bi nêrîneke diyalektîk hatin nirxandin. Kurdan di destpêka jiyanê de çawa gavan avêtibin, dikarin îro jî ji bo avabûna jiyanê gavan bavêjin. Divê ku gava vê ya yekem jî Kurd di navbera xwe de bavêjin.

Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da

400 delege beşdarî konferansê bûn lê eleqe û heyecana çapemeniyê ji coşa delegeyan zêdetir bû. Pêşengên Rêveberiya Xweser a Rojava di protokolê de cihê xwe girtin, her tişt di navbera hemû aliyan de bi edalet hatibû parvekirin, tu kes ji derve nehatibû hiştin. Her tişt bi hûrgilî, bi baldariyek mezin hatibû fikirîn. Li beşa kursiya ku alên Kurdan li ser bû, ji bo wê roja dîrokî qeyd bikin, gelek kesan wêneyên xwe dikişandin.

Axaftinên destpêkê û peyamên ku dihatin dayîn jî armanca konferansê bi zelalî nîşan didan. Bal hat kişandin ku yekitiya Kurdan, paradigmaya azadiya jinan, ekolojîk û demokratik ji hev perçe nake, dijberî wê bi hêz dike. Di peyama ku ji Başûrê Kurdistanê hatibû şandin de jî hat diyarkirin ku Kurd bi vê sekna xwe ji yekitiya neteweyî re amade ne.

Di peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de balkişandina ser Rêber Apo, ruhê konferansê pênase dikir û wiha dihat gotin: "Dem, a Kurdan e, dema azadiya Kurdan e.” Bêguman ger mirov dîroka şerê ku Kurdan ji bo azadiyê kirine nizanibe, nikare vê rojê fam bike.

Hemû alî di heman kareyê de bûn

Îro Kurd li axên ku bi bedelên dane azad kirine, di avakirina Sûriyeyê de, li ser hebûn û nasnameya neteweyî ya Kurdan diaxivin. Di eywana konferansê de behsa bedelên ku bi salan çêbûn hat kirin. Kêliyên hestiyar çêbûn, kesên ku rondikên xwe negirtin, ên ji bextewariyê hev hembêz kirin hebûn. Hemû alî di heman kareyê de hatin ba hev. Li eywana konferansê her kes vekirî, jidil nêzî hev dibû. Pêşengên vê yekê jin bûn, jin di dema dayîna navberan de dihatin ba hev, bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" kêfxweşî û bextewariya ji ber hatine ba hev a ji çar aliyên Kurdistanê dijiyan. Dîmenên rengîn çêbûn. Piştî axaftinên vebûnê û xwendina peywaman, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Di beşa ji çapemeniyê re girtî de li ser çareseriya Sûriye û Kurdan nîqaş hatin kirin û di belgeya ku hatibû amadekirin de mutabaqat çêbû. Di belgeya hatibû amadekirin de li ser pergala Sûriyeyê ya piştî rejîma Baasê, destur û mijarên parastinê hebûn. Hat gotin ku divê Sûriyeya xwedî gelek netew, çand, ol û mezheban, di çarçoveya destûrî de were parastin. Hat diyarkirin ku divê pergala parlamenter, bi avabûna pir alî ya siyasî re, di warê aştî û demokrasiyê de bibe mînak, bal hat kişandin ku divê bi pargaleke ne nevandî û herêman, hebûna neteweyan were parastin. Hat pêşniyarkirin ku herêm li gorî xweserî û rengên xwe meclisên xwe ava bikin. Her wiha navê dewleta Sûriyeyê, al û pîvanên welatparêziyê divê ku li gorî çanda pirneteweyî û pirçandî be. Hat diyarkirin ku gavên ji bo guherîna demokrafîk hatine avêtin, paşve werin girtin, herêmên ku ji xwediyên wan hatine valakirin, careke din teslîmê şêniyên wan werin kirin. Di nava van herêman de Efrîn, Serekaniyê û Girê Spî jî hene.

Mijara jinan xeta sor e

Di axaftinan de beşdaran bal kişandin ser azadiya jinan li Sûriyeyê û girîngiya cihgirtina di hemû warên jiyanê de. Ango ji bo Sûriye û Kurdan, mijara jinan weke xeta sor hat diyarkirin. Hat diyarkirin ku di destur, îdare û qadên parastinê de jin rola pêşeng bilîzin û 8’ê Adarê ku ji bo hemû jinên cîhanê rojeke girîng e, bi fermî weke Roja Jinan were pejirandin. Bi heman rengî Newroza ku ji bo gelê Kurd cejna neteweyî ye divê weke cejna fermî were pejirandin.

Mijara bingehîn a ku derket pêş ew bû ku Kurdên Rojava, din ava pergala neteweya demokratik de xwedî hebûn û nasname bin. Kurd ji bo van daxwazan dê bi daxwaza federasyonê biçin Şamê. Ango di nava çarçoveya Sûriyeya ne navendî de avakirina pergalek ne navendî dê Sûriyeya demokratîk ava bike.

Heta îro nasnameya Kurd hatiye înkarkirin. Înkarkirina Kurdan, di warê aborî û şêwegirtina jiyanê de bûye hêmaneke sereke. Dîroka Kurdan a bi înkar û qirkirinê dagirtî heye. Weke qirkirina 1915’an li er Ermeniyan, ji bo Kurdan jî qirkirina çandî çêbûye û li ser Suryaniyan jî hem qirkirinên fizîkî hem jî çandî çêbûne. Niha rastiya gelek ku bi têkoşîna xwe, ji nû ve ji xweliya xwe afiriye heye. Konferansa Neteweyî ya Kurdan a Rojava, ji bo dijminan peyamên girîng da. Ji bo ku di ser rêgezên modernîteya demokratîk de, hevkariya nasnameyan çêbibe divê li welatek hevpar, bihevrebûn çêbibe. We lelatek pirneteweyî û hevpar de yekitî pêkan e.

Konferans, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Em hêvî dikin ku ev bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.