Li Rihayê nobeta “edaletê” di roja 39’an de ne
Emîne Şenyaşar a du kurên wê û hevjînê wê hatî qetilkirin û kurê wê yê dinê jî girtine û ceza dayînê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 39 rojin di çalakiya “edaletê” de ne spasiya piştevanî û yên çalakiya wan ziyaretk dikin kir.
Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê 39 rojin bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne. Emîne Şenyaşar û kurê xwe bi xwe re dovîzên li ser dîmen û nivîsên girêdayî qetluamê anîne, hem rojiyê hem çalakiyê bi hev re dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê girêdayî piştevanî û ziyaret kirina çalakiya wan ev tişt nivîsîne: “Em spasiya Baroya Amedê û rêveberiya wê ya ku di aliyê hiquqî de piştevaniya doz me kirî dikin. Di Nexweşxana Pirsusê de sucê der mirovî hatin kirin. Em heman baldariyê ji baroya herêmê jî hêvî dikin.”