Li Rihayê bi hezaran berê xwe dan qada Newrozê

Li Rihayê bi hezaran kes li qada pîrozbahiya Newrozê hatin ba hev. Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata bertek nîşanî tecrîda li dij Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn da û got: “Wê têkoşîna jinan tecrîdê bişkîne.”

Riha- Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” îro li bajarê Rihayê bi beşdariya hezaran kesan berdewam kir.

Di saetên zû yên serê sibehê de bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kesan bi cil û bergên Kurdewar, bi flamayên kesk, sor û zer û tevî zarokên xwe berê xwe dan qada Newrozê. Dem bi dem dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bîjî Berxwedana Zindanan’, ‘Bîjî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qêriyan. Wêneyê Kemal Kurkut ku di Newroza Amedê ya 21’ê Adara 2017’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin û pankarta “Di dîrokê de li hember zordariya Dehaqan me xewn û xeyalên xwe yên azadiyê bi Newrozê xemilandine” di pîrozbahiyê de hat vekirin, coşa girseyê kêm nebû.

‘Dem dema azadiyê ye’

Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş axaftina vekirinê kir û  got: “Newroz azadî ye, ev riya azadiyê ye.” Ahmet Taş bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û wiha got: “Rejîmên qirker êdî nêzîkatiyên xwe yên zext, înkarkirin û qetilkirinê nikarin bidomînin.  Hemû gelên ku hatine perçiqandin, nûnerên çîn û çandê, jinên ku ji berê ve tên qirkirin, biçûkxitin û perçiqandin, mezhebên tên perçiqandin û xwediyên çandên din ên çandî, nûnerên çîna karker û hemû kesên ji sîstemê tên dûrxistin xilasiya wan hemûyan ew e ku cihê xwe cihê di sîstema modernîteya demokratîk de bigrin. Dem dema azadiyê ye. Silav ji kesên ku hêzê didin vê pêvajoyê. Bîjî Newroz.”

‘Wê têkoşîna jinên Kurd tecrîda Îmraliyê bişkîne’

Piştî axfatinê, namzedên hevşaredariya bajarê Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Aişeoglu û Bekir Karakeçelî, hevserokên bajarê Rihayê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sibep Sutpak û Halîl Yaşarer girseyê silav kirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata jî bang li girseyê kir û got: “Newroza we Rojê pîroz be. Riha bajarê Newrozê ye. Em Newroza Emîne Şenyaşar pîroz dikin. Bîjî jinên li ber xwe didin. Jinan her dem li dijî zilmê li ber xwe dane û li ber xwe didin. Wê têkoşîna jinên Kurd tecrîda Îmraliyê bişkîne. Hevserokatî xeta me ya Mor e. Di vî riyê de gelek hevalên me di girtîgehan de ne. Herî zêde bila Newroza wan pîroz be. Dawî çi dibe bila bibe wê muhteşem be. Wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. ‘Jin Jiyan Azadî.’ ”

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Emrah Yazar û gerandina govendê berdewam dike.