Li Rihayê 2 rojnameger hatin binçavkirin

Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Dursun a li Rihayê Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dişopand û hevpîşeyek wê hatin binçavkirin.

Riha - Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Dursun û hevpîşeyek wê ku nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin li pêşiya Edliyeya Rihayê dişopîne hatin binçavkirin. 

Hat hinbûn ku tevî qertên wan ên çapemeniyê yên rojnemevan hebûn jî bi îdiaya “qertên wan sexte ne” hatine binçavkirin.