Li Reqayê rola aborî û siyasî ya jinan hat nîqaşkirin
Desteya Jin a Rêveberiya Xweser derbarê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de panelek li darxistin û derbarê xurtkirina jinan di aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî de nîqaş hatin kirin.
Reqa – Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ‘Xurtkirina Jinê di aliyê siyasî û aborî de (êş-astengî-asoyên çareseriyê)’ panelek li dar xist.
Panel li Hola Mişwar a li rojavayê Reqayê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Rêveveberiya Xweser hate lidarxistin.
Di beşa yekemîn a panelê de cîgira berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra El Ezîz li ser mijara çawanya xurtkirina jinan di aliyê siyasî de axivî û got: “Pêdiviya civakên ku gavên destpêkê ber bi avakirinê ve diavêjin, ji bo xurtkirina jinan di aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî de heye. Pêşketin û avakirina hemû beşên civakê beşdar nebin kêm dimîne. Civakên pêşketî tevahî beşên xwe beşdarî avakirina şaristaniyê dikin û ji bo ku ji hêza wan sûd werbigirin rol dide wan.
Semîre bal kişand ser serketina şoreşa jinê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Jinê hêza xwe ya dayînê ceriband, kir nimûne û wêneyekî geş da, pirsporî û hebûna xwe ya nayê paşguhkirin îsbat kir.”
Gerînendetiya Rêveber a Komeleya Yasmîn Cîhan El Seîd di beşa duyemîn a panelê de li ser çawaniya xurtkirina jinan di aliyê aborî de axivî û behsa bandora hin kevneşopiyên civakî li jinan kir.
Panel bi van biryaran bi dawî bû:
“Piştgiriya xebata veguharandina demokratîk, belavkirina çanda neteweya demokratîk, mafê cudabûn û pirrengiyê, hevqebûlkirin û têgînên pirrengiya civakî.
Danasîna lihevkirinên navneteweyî yên girêdayî qanûnên jinê, piştgirî û xwedîlêderketina wan.
Perwerdekirina jinan ji bo xwe gihîştina navendên biryarê.
Xurtkirina asta saziyên civaka sivîl ku parastina mafên jinan dikin.
Sûdwergirtina ji derfetên xwecihî û derve bi rêya xurtkirina peywendiyan.
Xurtkirina rola jinê di xebata aştî, lihevanîn û çareserkirina şeran de.
Piştgirî û fînansekirina projeyên xurtkirina jinê di aliyê aborî de ji hêla Desteya Jinê ve.
Zêdekirina panel, forum û rûniştinên der barê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de.
Xebitandina li ser pêkanîna qanûna malbatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”