Li Reqayê Konferansa ji bo Azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir

Li bajarê Reqayê bi dirûşma "Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were" konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Wê di konferansê de 3 mijarên sereke werin nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Reqayê di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were" dest pê kir.

Di konferasnê de Endamên Însiyatîfê, Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Endamên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Endamên PYD`ê, Nûnerên Însiyatîfa Gel û Meclisa Qanûnsaz û Nûnerên Însiyatîfê şaxê kantonên Tebqa, Minbic û Dêrazorê amede bûn.

Hevserokê Meclisa Gelên Demokratîk a kantona Reqayê Lûey El Îsa, bi xêrhatina beşdaran kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin, têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Hemdan El Ebid axivî û teqezî bi helwesta gelên herêmê ji bo piştgiriya aştiyê kir.

Di konferasê de dê 3 mijarên wek rastiya Rêvebertiyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk bên nîqaşkirin.

Tê payîn di konferansê de encamnameyek bê derxistin.