Li Reqayê jin têkoşîna xwe ya ji bo wekheviyê didomînin

Jinên ku di komîte û komînên li Reqayê hatine avakirin de dixebitin di pêvajoyên biryar girtinê de jî cihê xwe digrin, li dijî paşverûtî û newekheviyê bi awayê bihêztir têdikoşin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Li bajarê Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin li dijî daraz û paşverûtiyên civakî yên ku newekheviya zayendî xurtir dikin, bi awayekî birêxistinkirî têkoşîna xwe didomînin. Hevseroka Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ya Rêveberiya Xweser a Reqayê Narîn Abdurrahman, diyar kir ku jinên di komînên rêveberiya herêmê de cih digrin, hêza xwe ya pêşengiyê derdixin holê. Narîn Abdurrahman, da zanîn ku jinên taxan bi rê ve dibin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel xebatê dimeşînin.

'Civakê zêdetir daxwaza komîn û komîteyan kir'

Narîn Abdurrahman, bi bîr xist ku Reqa di 17’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin û wiha got: “Piştî rizgarkirina bajar, em di mijara li taxan avakirina komînan ku jin jî cih digrin de, ketin nava hewldanan. Civaka ku xwe dispêre kevneşopiyên paşverû, di destpêkê de van hewldanan qebûl nekir." Narîn Abdurrahman, destnîşan kir ku civaka bi xebatên komîn û komîteyan îqna bû, piştre daxwaza zêdetir avakirina komînan kir û wiha got:

“Komîteya xizmetguzariyê, ji bo gel xizmetên av, cereyan, nan, gaz û hwd. pêşkêş dike. Komîteya Parastinê, li dijî her çalakiyek terorîstî ya ku ewlekariya tax û gundan xira bike, bi şev û roj diwriyeyê digerîne. Bi hevkarî û koordînasyona saziyên din ên ewlehî û parastinê re jî ewlehiya gel û herêmê pêk tîne.”

Bi komîteyan re hem pirsgirêk tên çareserkirin hem jî hay jê jebûn tê avakirin

Narîn Abdurrahman, diyar kir ku Komîteya Jin bi daxwaz û pirsgirêkên jinan re mijûl dibe û Komîteya Perwerdeyê jî ji bo piştgiriya pêşkeştina perwerde, siyasî û çandî ya hemû endamên civakê xebatan dimeşîne. Narîn Abdurrahman, diyar kir ku Komîteya Tenduristiyê jî ji bo pirsgirêkên tenduristiyê û pêdiviyên gel dixebite û  di heman demê de jî di mijara pêşîgirtina nexweşiyan de xebatên hay jê hebûnê dimeşîne û wiha got: “Komîteya Edalet û Lihevkirinê jî ji bo pirsgirêk û nakokiyên di navbera malbatan de bêyî serlêdana dadgehê, bi mitabeqeta hemberî hev bê çareserkirin dixebite. Ji bo çanda xweşbinî ya civakî bi cih bibe û tundbûna pevçûnan bê sînordarkirin di nava hewldanan de ye.”

‘Min dîwarên tirsê şikand’

Endama Komuna Şehîd Ehmed El-Mehmûd Basma Hesen jî yek ji wan kesan e ku tevî astengiyan paşve gav neavêtiye û di komînê de dest bi karê dildar kiriye. Basma Hesen li ser serpêhatiya xwe wiha got:  “Kesên serî li Komîteya Jinan bidin, çareserî û analîzkirina pirsgirêkê hîn dibin. Ez dikaribûm dîwarên tirsê yên civakê bişkînim. Ligel rexneyên ku di destpêka xebata xwe ya dilxwazî de rastî wan hatim jî min paşve gav neavêt û hewl da beşdar bibim. Berê min newêribû bi mêran re munaqeşe bikim û nêrîna xwe jî bibêjim. Baweriya min bi min tunebû.”

'Girîng e ku der barê wekheviya zayendî de hişmendî hebe'

Besma Hassan diyar kir ku ji bo di çareserkirina pirsgirêkên civakî de cih bigre û der barê mafên jinan de hay jêhebûnê ava bike di komînê de kar dike û got ku bi encûmenên herêmî û komîteyan re di nav koordînasyonê de bala xwe didin ser çareserkirina pirsgirêkên kesên li tax û gundan. Basma Hassan bal kişand ku hay jêhebûna jinan a der barê wekheviya zayendî de girîng e û wiha pêl da axaftina xwe: “Divê jin di serî de di nava xwe de hişmendiya xwe bilind bikin û piştre jinên li derdora xwe bi rêxistin bikin û civakê demokratîk bikin.”

'Jin êdî ji bo civakê biryaran didin'

Endama Komîteya Lihevanînê Fatima Abdulaziz Al-Bakr jî destnîşan kir ku jin di hemû komîteyên girêdayî komînan de cih digrin. Ebdulezîz El-Bekir bal kişand ku jinan bi xebatên xwe yên di komînê de guhertinek mezin di jiyana xwe de afirandine û got:

“Beriya ku bajarê Reqayê were rizgarkirin, jin nikaribûn nêrînên xwe bînin ziman. Her çendî di avakirina mal û civaka xwe de keda wan hebû jî rastî her cure tundiyê dihatin. Lê îro piştî salên azadbûyî jin nûnertiya civaka xwe dikin û ji bo pêşvebirina wê biryarê didin. Ji ber vê yekê jinan bêdengiya xwe şikandin. Jinan êdî bi dengekî bilind dest bi daxwaza maf û daxwazên xwe kirine.”