Li Reqayê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Reqayê bi hezaran jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê meşiyan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-almadt-jpgd0051b-image-jpg512848-image.jpg)
Reqa – Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bi armanca şermezarkirina komployê meşek li dar xist. Bi sedan jinên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Firatê beşdarî meşê bûn.
Meş ji Çerxerêya Panorama ya naverasta bajarê Reqayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên bajêr geriyan û li Qada Jinan vegerî mîtîngê. Li wir berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got: "Em jinên Firatê bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em îro
Xûd wiha domand: "Em bang li tevahî netewe û olên xwe dikin ku daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedana dîrokî lê dide û têkoşîna me li tevahî qadan ji bo têkbirina vê komployê didome."
Xûd bal kişand ser berxwedana QSD û YPJˋê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedaneke efsanewî ye. Di oxira parastina herêmê ji êrişan keç û xortên me şehîd bûn. Êdî ev bend bûye sembola berxwedanê."
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûbûn nêrînên xwe anîn ziman.
‘Çareserî bi fikrên Rêber Ocalan gengaz e’
Hevseroka Meclisa Gel Heyfa Muslim komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Dewleta Tirk bi girtina Rêber Ocalan ev zêdetirî 26 sal in hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike, di heman demê de tecrîda girankirî ya ku nahêle bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û parastina wî bike. Ji bo dengê xwe bilind bikim ez beşdarî meşê bûm û ji civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û CPT ya ku îdîaya alîkariyê dike, der barê doza Rêber Ocalan de erka xwe bi cih bînin û bi helwesteke cidî rabin û zextê li dewleta Tirk bikin ku wî bi awayekî fîzîkî azad bike.
Heyfa Muslim bang li hemû cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê û wiha got: “Ew ji bo hemû jinan û gelên bindest ên ku hesreta azadiyê ne, tenê fikra Rêber Ocalan çareseriya pirsgirêkan e.”
‘Ji 7 heya 70 emê têbikoşin’
Endama Meclîsa Jinan a Zenûbiya ya parêzgeha Dêrazorê Îkram El-Elî jî got, "Em ji bo şermezarkirina komployê beşdarî meşê bûn. Ji dema ku Rêber Ocalan hatiye girtin heya niha tecrîdek li ser heye. Li dijî komployê ji 7 heya 70 salî em li vê derê ne û ji bo azadiya wî ya fîzîkî emê têbikoşin.”
‘Me bi fikrên wî xwe nas kir’
Endama Meclisa Jinan a Zenobia Emîna El-Ebdo bal kişand ku jin bi taybetî li herêmên rizgarkirî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşin û wiha domand: “Weke jinan di nav civakek ku hişmendiya mêr lê serwer e azadiya me ji me hatibû girtin. Bi fikrên Rêber Ocalan em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi şoreşê me hebûna xwe nas kir. Mafên xwe bidest xist. Her wiha di qadên ku me xeyal nedikir ku em tê de cih bigirin niha em rolekê girîng dilîzin. Lewra jî erka herî mezin a dikeve ser milê me heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînkirin e.”
Meşa jinan bi çalakiya hûnerî koma Hîlala Zêrîn bidawî bû.