Li Ranyayê mihrîcana zanistî û çandî
Li zanîngeha Raperînê mihrîcana zanistî û çandî hat lidarxistin û tê de berhemên çandinî û xwemalî hatin pêşandan.

Ranya – Li zanîngeha Raperînê ya bajarokê Ranyaya girêdayî bajarê Silêmaniyê, bi hevkariya zanîngeha Raperîn mihrîcana zanist, çand û hunerî hat lidarxistin û tê de berhemên çandî, hunerî û berhemên ku jinan bi dest çêkiribûn hatin pêşandin.
Armanca vê mihrîcanê vekirina bazara berhemên jinan ên destan e
Jina ciwan a bi navê Werîn Silêman ku beşdarî mihrîcanê bûye wiha got: “Ez beşdarî mihrîcana zanîngeha Raperînê bûm. Peyama min ji bo jinên destrengîn ew e ku ji bo nasandna berhemên xwe beşdarî van mihrîcanan bibin.”