Li Ranya Festîvala Perî ya berhemên karê dest destpê kir

Li Ranya bi dirûşmeya ‘Jin pêşengên civakê ye’ cara yekem festîvala Perî ya xwarinên Kurdewarî û karê destan destpê kir û festîval dê dû rojan dom bike.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn - Ev cara yekeme li bajarokê Ranya ku navenda îdareya wê girêdayî herêma Raperîn a girêdayî bajarê Silêmanî ê Başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê rêveberiya giştî a geşt û gozara Raperîn ve bi hevkariya weqfa Kerimê Eleke bi dirûşmeya ‘Jin pêşengên civakê ye’ yekem festîfala Perî ya xwarinên Kurdewarî û karê destan hate organîzekirin. Festîfal dê dû rojan berdewam bike. Jinên destrengîn û kêrhatî bi karê destê xwe û xwarinên Kurdewarî beşdarî festîvalê bûn.

‘Bila jin karbikin û kêrhatiyên xwe derbixin’

Jina bi navê Zeyton Îbrahîm ku bi berhemên karê destan, şîrînî û xwarinên Kurdewarî  bejdarî festîvalê bû, wiha got: “Armanca me ewe ku em karê destên xwe pêşkêş bikin û bi rêya van festîfalan em karê xwe bidin nasandin. Peyama min ji bo hemû jinên ku xwendina xwe tamam kirine û tayîn nebûna ewe ku di malê de kêrhatiyên xwe derbixin. Hemû kes xwedî hêzekî ye. Bi rûniştina malê tişt nayên çareserkirin û nabe li benda tayînbûnê bimînin. Divê jin kar bikin û hêz û kêrhatiya xwe derbixin û weke jin bibin xwedî aboriya xwe a serbixwe û ji bo xwe û derdorên xwe bi sûd bin.”

‘Divê hemû jin kar bikin û serbikevin’

Jina bi navê Perjîn Ehmed ku bi karê destê xwe bejdarî festîvalê bû jî wiha axivî: “Karê min çêkirina kek û şîrînahiye bi awayê online kar dikim. Armanca min a beşdarbûna vê festîfalê zêdetir danasîna karê min e û jinên din jî wek min ji bo danasîna karên xwe beşdar dibin. Peyama min ji bo jinan ewe ku hunera xwe ya karên destan derbixin hole, kar bikin û bikarin wek me bikevin nava civakê û bi serbikevin.”