Li Rabatê polîsan êrişî pîrozbahiya Çarşemasûrî kir

Li bajarê Rabatê pîrozbahiyên Çarşemasûrî ku şevê din ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin, polîsan êriş kir. Ciwanan der barê êrişê de gotin: “Ji pêlek nû ya çalakiyên protestoyî ditirsin.”

Serdeşt- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her sal di dawiya meha Sibatê de Çarşemîsûrî dest pê dike heta 12’ê Adarê berdewam dike, Çarşemasûrî ji aliyê Kurdan ve weke Çarşema Kolî jî tê zanîn pîrozbahî tên kirin. Li bajarê Rabat ê girêdayî Serdeştê pîrozbahiya ku şevê din ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin, polîsan êriş kir.

Der barê mijarê de yek ji ciwanan agahî da ajansa me û got: “Vê kevneşopiya qedîm ji bo bi guleyên hewayî were pîrozkirin, em li navenda bajarê Rabatê kom bûn. Me di saet 20:00’an de dest bi pîrozbahiyê kir heta saet 23:00’an bê pirsgirêk berdewam kir. Piştî pêşandana guleyên hewayî, me dest bi avêtin dirûşman kir, hêzên ewlehiyê mudaxele kirin û dest bi êrişan kirin. Bi çekên di destên wan de li pey ciwanan ketin. Tevî êrişên hêzên ewlehiyê hejmarek zêde ya hemwelatiyan li kolana derdora qada kombûnê man û dirûşm avêtin.”

‘Ji pêla nû ya çalakiyên protestoyî ditirsin’

Ciwan bal kişand ser tirsa polîsan ji serhildana gel û got: “Pîrozbahiyê bi saetan berdewam kir û tu madexele nekirin lê belê dema ku dest bi avêtina dirûşman kirin wê demê mudaxele kirin. Ev qad sala borî di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de cihê ku çalakî lê dihatin lidarxistin e. Ji ber wê weke sala borî ji pêleke nû ya serhildanê ditirsin.”