Li Qumê malbatan bertek nîşanî walitiyê dan

Li dibistanên keçan ên li bajarê Qumê yê Îranê bûyerên jehrî ketina bi guman a xwendekarên dewam dike, malbatên xwendekaran li ber avahiya walîtiyê kom bûn û bertek nîşanî vê rewşê dan.

Navenda Nûçeyan – Di serhildanên “Jin, jiyan, azadî” ya li Îranê didome de, ji destpêka meha Kanûnê ve vir, bi dîrokên cuda li dibistanên amedeyî yên keçan ên bajarê Qumê yê Îranê zêdetirî 12 bûyerên jehrî ketine qewimîn û zêdetirî 200 xwendekar bi awayekî gumana jehrî ketin. Rayedarên perwerdehiyê ya bajêr îdîa dike ku nizanin sedema jehrîbûnê çi ye, malbatên xwendekaran jî bertek nîşanî vê rewşê didin.

Bûyerên jehrî ketinê

Di navbera dîrokên 13'ê Kanûna 2022'an û 30'ê Çileya 2023'an de ji dibistana Noor Yazdanshahrê ya Qumê zêdetirî 50 kes bi jehrê ketin. Di 28’ê Çile de li dibistanên Fatimih Qum û Fatimh Safashahr 15 kes bi jehrê ketin. Di 30’ê Çile de ji Dibistana Fatimia ya Qom Fatimia Safa Shahr 18 xwendekar û di 1’ê Sibatê de jî ji Dibistana Balqis Berqaî ya Qumê 8 bûyerên jehrî ketine qewimî. Di 3’ê heman mehê de li Dibistana Amedeyî ya Al Qiraa ya Keçan û dibistanên Meysam û Taha Emamî 3 bûyerên jehrî ketine, di 6’ê Şibatê de li dibistanên Fatimî, Shahid Razawî û Seyyed Hassan Berqaî 61 û di 12’ê Şibatê jî 61 bûyerên jehrî ketin pêk hat. Li dibistanên Rehan El-Nabî, Montezerî û Shahid Razawî 37 bûyerên jehrî ketine pêkhat. Xwendekarên dibistanê yên bi jehrê ketine ragihandin ku wek bîhneke wek mandalîna girtine û piştre gêjbûn, xirapbûna rewşa rihî û tengbûna bêhnê dijîn.

Bûyeran biragihînin

Bi berdewamkirina gumana jehrî ketina xwendekarên li Qumê re hevdem, Serokê zanîngeha zanistên pizîşkî ya Qumê nameyek ji rêveberiya qeyranê yê vê eyaletê re Muhsen Orojî şand û daxwaz kir ku di rewşa jehrî ketina xwendekaran de mamostayan agahdar bikin. Serok daxwaz kir ku hewaya dibistanê û nefesa xwendekaran kîsekî cemidandinê were veşartin û ji bo test kirinê ji wan re bê şandin.

Nûner: Mijar tê mezin kirin!

Nûnerê Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê li şûna bûyerê lêkolîn bike û sedema jehrî ketinê bibîne, diyar kir ku der barê sedema jehrî ketinê de tu tiştek bi dest nexistiye û  rayedarên ewlehî û tendirustiyê jî vê bûyerê dişopînin. Nûner wiha got: “Tişta ku di vê mijarê de tê dîtin, mijar tê mezin kirin e. Mînak ji 28 kesên rakirin nexweşxaneyê tenê 8 kes di dest û lingên wan de dilerizin. Hin ji van bûyeran ji ber hin nexweşiyan çavkanî digre.”

Malbat li ber walitiyê ne

Piştî ku rayaderên perwerde û rayedarên din ên dewleta Qumê, li hember jehrî ketina xwendekarên keç ên vê eyaletê bêdeng man, malbatên gelek xwendekarên jehrî ketine li ber avahiya parêzgariya vî bajarî kom bûn. Malbatan dirûşmeyên "Bêşerm, bêşerm" û "Em dibistanên bêewle naxwazin" berz kirin û xwestin ev qeyran demil dest bê çareserkirin.

Xwendekarên din jehrî ketin

Herwiha li gorî wêneyên duh hatin belavkirin, bûyerek wek jehrî ketina xwendekarên parêzgeha Qumê,  li Dibistana Amedeyî ya keçan a Moniriye ya Tahranê qewimî ye û di encamê de hejmarek zêde xwendekar jehrî ketine.