Li Qendîlê coşa Newrozê

Bi tevlîbûna hezaran kesî li pîrozbahiya Newrozê li Qendîlê destpê kir.

Navenda Nûçeyan – Newroza Qendîlê bi dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo doza Kurd re’ bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Bi cil û bergerên Kurdî, li Qendîlê bi coşek mezin Newroz tê pîrozkirin, peyama Tevgera Azadî hate xwendin û ev bang hate kirin; “Em bang li hemû hizb û aliyên siyasî dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên gel hev û vê derfeta dîrokî ji dest nedin.”

Di pîrozbahiyê de hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) Tara Hisên peyama Tevgera Azadî xwend.

Banga yekîtiya netewî

Di peyamê de wiha hat gotin;

“Em weke Tevgera Azadî di vê cejna Newrozê de bang li hemû gelê xwe, hêz û aliyên siyasî dikin, ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne rex hev û ji bo xwe berjewendiyên netewî bingeh bigirin. Em hemu nakokiyan bidin aliyekê, ji ber ku ji bo gelê me rojek dîrokî heye, divê hemû hêz hewl bidin ku ev derfet ji dest neçe û nekevin xizmeta projeya dagirkeriya Kurdistanê. Êdî bi destkeftiyên hizbî û malbatî ve mijûl nebin.

Em bang li hemû gelên herêmê dikin, bê cûdahî bi têkoşînek demokratîk û dûrî zihniyeta netewperestiyê vê qeyrana ji ber hêzên destilatxwaz û nijadperest, derbas bikin.”