Lî qampek ya koçberên Rojava şewat derket

Li Hewlêrê Wargehek ya penaberên Efrînê lê diman şewat derket û sedema derketina şewatê jî hê nehatiye zanîn.

Hewlêr - Li gorî Saziya Parastina Şaristaniya Hewlêrê, ji berî çend kêliyan li bajarokê Daretû ya Hewlêrê agir bi wargehek koçberên Efrînê ya Rojevayê Kurdistanê ket. Di şewatê de 8 konên koçberan şewitîn. Têkildarî sedema derketina şewatê ti agahî nehatine dayîn.
Hêjayî  bi bîrxistineye berî çend rojan li Wargeha Şarya ya li Dihokê jî şewat derket û di şewatê de 400 konên koçberên Ezidî şewitîn.