Li Qamişloyê jin li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî bi meşeke girseyî hat şermezarkirin.
Qamişlo – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî dest pê kir piştî 4 mehan ango di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenya Nairobiyê radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Bi nêzîkbuna 26’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya komploya navneteweyî, li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakî, mitîng û meş tên lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star, li dijî komploya 15’ê Sibatê meşek hat lidarxistin. Meş bi tevlibûna bi hezaran kesan û partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan, saziya malbatên şehîdan, sazî û kesayetên serbixwe li ber çerxeriya Sîrwan a bajêr dest pê kir heya gel Stadyûma Heysem Kiço berdewam kir.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin hildan û bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û bi pankarta bi nivîsa “Azadiya jinan û avakirina neteweya demokratîk bingeha azadiya Rêber Apo ye” hat hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtinê meş veguherî mitîngê.
‘Berxwedana dîrokî di sedsala 21’ê de careke din mohra xwe li dîrokê xist’
Bedevka Kongra Star a Rojava Rihan Loqo axivî û diyar ku berxwedan û têkoşîn 26 sal in li Girava Îmraliyê, ji bo azadiya gelê Kurd berdewam dike û wiha got: “Berxwedana dîrokî ku di sedsala 21’ê de, careke din mohra xwe li dîrokê xist xwestin careke din, me bê îrade û nasname bihêlin. Di wê sedsalê de bi pêşengiya rêberê me, bi projeya neteweya demokratîk careke din gelên azadîxwaz li hemberî desthilatdarî û faşîzmê li ber xwe da û têdikoşe. Wê sedsala 21’ê bibe sedsala tevahî gelên azadîxwaz. Yên ku ev yek ji tevahî cîhanê re diyar kir Rêber Apo ye. Bi destên faşîzmê û 34 welatên komploger komployeke navneteweyî li ser Rêber Apo, dan meşandin. Bi riya komployê xwestin dawî li têkoşîn û riya azadiyê bînin.”
Rîhan Loqo di dawiyê de bal kişand ser têkoşîna 26 salan a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo çareseriya demokratîk tê meşandin û wiha got: “Her ku pergala neteweya demokratîk ji bo cîhanê dibe mînak em dibînin, dewleta Tirk çawa neçar dibe gavan ji bo aştiyê davêje. Dema ku ew gav davêjin ne ji dil davêjin, ew bi têkoşîn û berxwedana Îmraliyê ye ku niha gavan davêjin. Bi têkoşîn û keda Rêber Apo deriyên çareserîyê vedibin. Deriyê Îmralîyê bi berxwedana 26 salan vedibe. Em ê bi hev re li qadên azadiyê bin heta ku tecrîd were şikandin û Rêber Apo azad bibe.”
‘Jinên Sûriyeyê bi salan e li ser piyan in’
Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ermen Anahîta Qesebiyan jî axivî û got: “Bi salan e jinên di hundirê Sûriye û Rojhilata Navîn de, li ser piyan e û soz dane Rêber Apo heta azad nebe, têkoşîna xwe nasekinînin. Rêber Apo di navbera çar dîwaran de, berxwedaniyeke dîrokî kir û serî ji komplogeran re netewandiye. Nikarin felsefeya Rêber Apo û îradeya jinan tune bikin.”
‘Em dev ji Rêber Apo û îradeya azad bernadin’
26 sal in têkoşîna heqîqetê berdewam dike, em weke jinên Ermen bi xwendina parêznameyên serokatiyê di cîhanê de komkujiyên ku li ser gelê Ermen pêk hatin hîn bûn. Ev roj jî bi dîroka me ve girêdayî ye. Îro azadiya Rojava, azadiya me ye. Bi îradeya jinên azad em ê azadiya serokê xwe mîsoger bikin.”
Meş bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.