Li Qamişloyê ji bo hemleya 25’ê Mijdarê civîneke înteraktîf hat lidarxistin
Li bajarê Qamişloyê ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a cîhanê, rêxistinên jinan civîneke înteraktîf li dar xistin û jinên ku rastî tundiyê hatine û li hemberî wê tundiyê bi ser ketine, çîrokên xwe parve kirin.
Qamişlo- Di encama têkoşîna jinên tevahî cîhanê de, 25’ê mijdarê wekî roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan hat îlankirin û li seranserê cîhanê ji bo vê rojê çalakî tên lidarxistin. Di çarçoveya hemleyeke hevpar a bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanî de bi dirûşma “Ji ber ku tu azad î” Tevna Pêşengên Jinan, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan û Komeleya Şawîşka ya Jinan li baxçeyê xwendinê ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civîneke înteraktîf li ser jinên ku tundî û têkçûnên jiyanê li ber xwe dane û bi ser ketine, organîze kirin. Jinên rastî tundiyê hatine û karîne li hemberî wê bi ser bikevin axivîn.
Arzo Temo girêdayî çalakiyên 25’ê Mijdarê ev tişt anî ziman: “25’ê Mijdarê roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan e, em wekî rêxistina Sara ji bo vê rojê çalakiyên me hene, di vê rojê de jinên hemû cîhanê derdikevin kolanan û em jî wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî Rêxistina Sara hemleyeke me heye di bin dirûşma “dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jinan re” me dest pê kiriye ji 10’ê Cotmeha 2021’ê ve û di 10’ê vê mehê de bi dawî bû. Yek ji wan çalakiyan ev çalakiya hevbeş bi Komeleya Şawîşka ya Jin û Tevna Pêşengên Jin me îro ev civîna înteraktîf li dar xistiye li Baxçeyê Xwendinê her wiha ji nav van çalakiyên me jî em ê serdana Gundê Jinwar û Kampan bikin, di heman demê de dê semîner werin lidarxistin û hinek guhertin werin çêkirin di zagonên ji bo jinan de û pêşinyarên jinan werin girtin û bibin meclisê da ku werin tesdîqkirin.
“Armanca me nehiştina tundiyê ye”
Arzo destnîşan kir ku armanca wan a sereke tunekirina tundiyê ye û wiha bi dawî kir: “Di vê civînê de dê çîrokên jinên ku rastî tundiyê hatine û li ber xwe dane û niha jî bûne mînak û cihê xwe di gelek sazî û dezgehan de digrin û xwedî roleke girîng in dê werin nîqaşkirin. Armanca me ya sereke ew e ku civak û bi taybetî jin ji tundiyê xilas bibe, tundî mijareke giştî ye û bi hezaran salan heye ger ku em nikaribin tundiyê ji kokê ve rabikin jî gere em bikaribin sînoran jê re deynin bi riya semîneran û serdanên civakê û nîqaşkirina bi gel re.”
“Ez çîroka xwe parve dikim da ku jin jê sûd û hêzê bigrin”
Hilat Muhemed ku rastî tundiyê hatiye û dikaribû bi têkoşîna xwe li hemberî hemû astengiyan bisekine û bibe mînak û xwedî rol be di civakê de, beşdarî vê civînê bûye da ku çîroka xwe ya tijî berxwedan û têkoşîn bi jinan re parve bike wiha axivî: “Em kêfxweş in ku îro em li vir amade ne da ku çîroka xwe bi jinan re parve bikin û li kêleka wan jî serkeftinên ku me bi dest xistine ji destpêka şoreşê û heta roja îro hene. Di sala 2012’an de hevjînê min şehîd ket, ez wê demê bi temenê xwe pir ciwan bûm û min jî soza xwe da ku ez kar bikim û teslîm nebim, wekî jinek min adetên paşverû li ser xwe qebûl nekir. Min gelek ji karên leşkerî hez dikir û min xwe di vî warî de bi pêş xist.”
Hilat da zanîn ku ew çîroka xwe parve dike da ku jinên civakê sûd jê bigrin û serî hildin li ber tundiyê û wiha bi dawî kir: “Wekî em hemû dizanin gelek astengî û êş hatine kişandin û min dixwest ku ez bikaribim vê êşê bişkînim û piştgiriya jinan bikim. Me jinan gelek zor û zehmetî kişandin bi taybetî ji hêla rejîma Beasê ve ku her û her jinan diperçiqandin lê me li ber xwe da. Di sala 2013’an de heta roja îro jinan gelek gavên mezin avêtin û di warê leşkerî de xwe îsbat kirin ku di roja me ya îro de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di vî warî de xwe bi pêş xistine di milê parastina gel û ewlehiya herêman de. Ez wekî jineke ku di temenê xwe yê biçûk de rastî zehmetiyan hat û 10 salan cihê xwe di vê şoreşê de girt, çîroka xwe parve dikim da ku jinên din jî sûd bigrin û ew jî bikaribin serî hildin û teslîm nebin.”