Li Qamişloyê ji bo berxwedana girtiyan kon hat vedan

Ji bo piştgiriya berxwedana girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de, li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Jinan piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên di zindanan de diyar kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.

Qamişlo- Girtiyên di zindanên dewleta Tirk de ji gelek mafên xwe bêpar in. Di van demên dawî de gelek girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirin û daxwaza başkirina rewşê kirin. Vê yekê hişt ku helwest û bertekên gelê Kurd jî zêde bibin, ji ber vê yekê li gelek deverên cuda bi taybetî deverên Kantona Cizîrê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyan dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Îro jî ji bo piştgiriya çalakiya girava birçîbûnê ya ku ji 27’ê Mijdara 2023’an ve hatiye destpêkirin, şêniyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî NY di bin dirûşma “Em berxwedana zindanan silav dikin û bi rihê nirxên pakrewanan em ê serokê xwe azad bikin” konê çalakiyê hat vedan û gireva birçîbûnê hat destpêkirin.

‘Berxwedana Rêber Apo berxwedaneke dîrokî ye’

Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Menîce Heyder têkildarî konê çalakiyê axivî û got: “Îro me li bajarê Qamişloyê konê çalakiyê li dar xistiye, ji bo piştgiriya berxwedana zindanan ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Ev demek e dirêj e tu agahî ji Rêber Apo tune ye, berxwedana di zindana de tê meşandin dîrokî ye. Bi komploya ku li dijî Rêber Apo hat meşadin xwestin gelê Kurd tune bikin lê negihîştin armancên xwe. Em jî weke hemû dayikên li ser vê xakê dijîn, weke hemû rêxistinên jinan em ê her dem çalakiyên xwe berdewam bikin heta azadiye fizîkî ya Rêber Apo.”

‘Em ê her dem li ser piyan bin’

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê, Ibtîsam El-Huseyîn jî têkildarî konê çalakiyê axivî û got: “Gelên azadîxwaz, parêzvanên mafên mirovan, kesên piştgiriyê didin projeya Neteweya Demokratîk û azadiya gelan dê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo wê jî em weke gelên Rojavayê Kurdistanê vê tecrîda girankirî şermezar dikin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo nîşan dide ku çawa zihniyeta desthilatdar dixwaze ji bo sedsaleke nû nexşeyeke nû li gorî berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de xêz bike. Ji ber wê rê li ber hevdîtina bi Rêber Apo re digrin. Îro hemû gelên azadîxwaz ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi çalakiyan kirine em jî weke gelê Kurd bi pêşengiyê em ê her dem li ser piyan bin heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe.”