Li Qamişloyê 450 hezar kes bê av man

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî bajarê Qamişloyê de 3 stasyon û 115 bîrên avê rawestiyan. Ji ber vê yekê zêdetirî 450 hezar kes bê av man.

Navenda Nûçeyan- Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrişan daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 9 caran turbînên gazê yên stasyonê, turbînên girêdayî şîrketa neftê ya Rimêlanê, veguhêz û qadên veguhastinê yên li stasyona kehrebeyê ya li Siweydiyê, bombebaran kirin. Ji ber wê stasyon bi temamî rawestiya."

Av li ser bi dehan gund û bajarên herêmê qut bû

Nivîsgehê, da zanîn ku di encama bombebarankirina stasyona kehrebeyê de, av li ser bi dehan gund û bajarên herêmê; Dêrik, Koçerat, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê qut bû. Ji ber ku stasyonên avê di encama qutbûna kehrebeyê de rawestiyan.

Li Qamişloyê 3 stasyonên avê rawestiyan

Her wiha eşkera kir ku li Qamişloyê 3 stasyonên avê; Hîlaliye, Iwêce û Ceqceq ku avê ji 9 hezar xaniyan re peyda dikin rawestiyan. Li Dêrikê jî 12 bîr rawestiyan ku av dida 3 hezar û 500 xaniyan.

Li gelek navçeyan bîrên avê rawestiyan

Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, li navçeya Girkê Legê jî 9 bîr li bajarokê Keşke, 36 bîr li navçeya Çilaxa, 14 bîr li navçeya Tirbespiyê ku av dida hezar û 900 xaniyan, rawestiyan. Li navçeya Til Hemîsê jî 10 bîr û li navçeya Amûdê 24 bîr rawestiyan.

Li gorî agahiyan, her sê stasyonên li Qamişloyê û 115 bîrên din ên avê av dida nêzî 450 hezar kesî.

Dewleta Tirk a dagirker ji 13`ê Çileyê ve bi balafirên bêmirov û yên şer binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.