Li Qamişlo û şehbayê ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê kirin konê çalakiyê hatin danîn
Bi armanca rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zelalkirina rewşa tenduristiyê wî li Qamişlo û şehbayê konê çalakiyê hatin danîn. Jinên di çalakiyê de cîh girtin dan zanîn ku heta agahiyekê negirin dê çalakiya xwe dewam bikin.
Navenda Nûçeyan– Di 14’Adara 2021’ê de der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser marpelên medya dijîtal îdiayên der barê tenduristya wî de hatibûn belavkirin. Li dijî van îdiayên tu rastiya wan tune ye şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cur bi cur li dar dixin û daxwaza hevdîtinê dikin.
Qamişlo
Bi pêşengiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo, bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” bi armanca rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Arî ya taxa Siyahiyê ya Qamişlo yê konê çalakiyê bi tevlibûna şêniyên bajêr, endamên sazî û dezgehên civakî hat vedan û dê heya 28’ê Adarê ev çalakî bidome. Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hat xemilandin. Di roja yekemîn de şêniyên bajarê Qamişlo serdana kon kirin û piştgiriya xwe bi çalakiyê re nîşan dan. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl axaftin kir.
Şaha despêkê hemû çalakvanên di çalakiyê de cih girtine silav kir û ev tişt got: “Agahiyên der barê tenduristiya Rêber Apo de em xistin nava gumanê lê ev nayê wateya ku baweriya me bi kiryar û siyaseta dewleta Tirk tê. Rêber Apo niha di bin tecrîdeke giran de ye û tu agahiya parêzer, malbatê û civaka Kurd jê tune ye, ev rewş bi vî awayî nayê qebûlkirin em dixwazin rewşa Rêber Apo bizanin. Dewleta tirk rêberê me tecrîd dike lê ew nikare têkoşîn, berxwedan û tevgera me ji bo azadiya wî tecrîd bike. Em ê li kolanan û di nava çalakiyan de bin heya em agahiyên li ser Rêber Apo bigrin.”
Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin. Çalakî didome.
Şehba
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê jî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin" ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were di 15’ê Adarê de konê çalakiyê vedane. Di konê çalakiyê yê li navçeya Fafînê Kantona şehbayê hatiye vedan, gel bi hejmarên girseyî beşdar dibe û helwestên xwe nîşan didin. Çalakiya konê Tevgera Ciwanan dê heya 3’ê Nîsana 2021’an berdewam bike. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya jinan e
Rêvebera Kongra Star a navçeya Ehrezê li Kantona Şehbayê, Fatma Remedan tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Çalakiyên me bi armanca agahîgirtina ji Rêber Apo tên lidarixstin, Rêber Apo rêhavelê jinan e û heya vê kêliyê ji bo azadiya jinan têdikoşe. Bi saya fikrên Rêber Apo îro jin û civak gihîştine asteke herî bilind û jin di hemû qadên jiyanê de daxwaza mafên xwe dikin ji lewre azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya tevahî jinan e."
Belavkirina van îdiayan lîstikeke dewleta Tirk e
Rêvebera Kongreya Star a navçeya Ehrezê li Kantona Şehbayê, Zozan Hej Xelîl belavkirina agahiyan der heqê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a faşîst şermezar kir û wiha pêde çû "Belavkirina van agahiyan li ser Rêber Apo lîstikeke dewleta Tirk e, careke din dixwazin di şexsê Rêber Apo de tevliheviyan di nava gelan de derxin. Helwesta me li hemberî dewleta Tirk diyar e ev zêdetirî hefteyekê konê çalakiyê hatiye vedan heya hevdîtin bi Rêber Apo re neyê kirin çalakiyên me nayên rawestandin."