Li Qamişlo têkildarî sûcên li dijî jinên Êzidî semîner hat dayîn

Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek da, di semînerê de bal kişandin li ser sûcên DAIŞ`ê û dewleta Tirk ên li dijî jinên Êzidî.

Navenda Nûçeyan- Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê, di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan) de, têkildarî sûcên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk li dijîî jinên Êzidî, semînerek da.

Semîner li nivîsgeha yekîtiyê ya li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo hat lidarxistin. Bi dehan jinên Kurd, Ereb û Suryan beşdarê bûn. Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê Hediye Şemo bal kişand ser tundiya li dijî jinan tê meşandin.

‘Civaka Êzidî bi qirkirina komî re rû bi rû ma’

Hediye Şemo anî ziman ku jinên Êzidî bi hemû rengên tundiyê re rû bi rû hatine û wiha dewam kir: “Di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya 2014`an de, civaka Êzidî bi qirkirina komî re rû bi rû ma. Ev qirkirin yek ji 74 fermanên li dijî Êzidiyan rabûne bû.”

Hediye Şemo, bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Êzidî, bi taybet di dema êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê (2018) de.

‘Jinên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kirin’

Hediye Şemo diyar kir ku ji bo sekinandina li hember siyasetên qirkirinê, jinên Êzidî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kirine.