Li Qamişlo pîrozbahiya Newroza azadiyê

Gelê Qamişlo bi tevlîbûna bi hezaran kesan Newroza sala 2024’an bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka kurd re çareserî” pîroz kirin.

Qamişlo- Gelê Qamişlo bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka kurd re çareserî” Newroza sala 2024’an pîroz kirin. Ji serê siharê gelê bajarê Qamişlo bi cil, berg û alên xwe herikîn qada Newrozê. Newroza Qamişlo li navçeya Hîmo ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîroz kirin. Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Azadî hatibû xemilandin.

Newroz bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Paşê agirê Newrozê ji aliyê Malbatên Şehîdan ve hate vedan.

Komîteya Amadekar Şemsîxan Gulo Newroza 2024’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em vê Newrozê di serî de li Rêber Apo, li berxwedana zîndanan, malbata şehîdan, şervanên azadiyê pîroz dikin. Mîzginiya Newrozê ji aliyê NPG ve hate dayîn ku li dijî balfirên keşfê hat keşifkirin ku serkeftina herî mezin e. Berxwedana zîndane û berxwedan serhildane. Em azadî ji Rêber Apo re dixwazin, serkeftin ya gelê Kurd e û bijî Rêber Apo.”

‘Em divê newrozê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwazin’

Endama Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û got: “Newroza 2024’an Newroza berxwedanê li we pîroz dikin. Hemû şehîdên têkoşîna azadiyê di şexê şehîdên newrozê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Rewşen, Ronahî û Bêrîvan bi bîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin. Newroza 2024’an lidardixînin, bi milyonan li qadananin û bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka kurd re çareserî” pîroz dikin. Em vê rojê li Rêber Apo, girtiyên azadiyê û şervanên azadî ku îro ji bo rûmet, nasname, dîrok û ji bo pêşeroja me berxwedan û têkoşîn dikin cejina wan pîroz dikin.

‘Agirê Newrozê bi dirûşma “Kes nikarê pêşî li têkoşîna me bigire” bilind dibe’

Bêparastin wê qirkirin dubare bibe, lewma berxwedana şervanan, şehîdan û gelan li qadan e. Îro gelê me cejina neteweyî pîroz dikin. Îro em bûne xwedî parastin, siyaset û xwedî nirxên dîrokî yên salên dirêj. Bi derketina Rêber Apo re agirê Newrozê cardin li hemû qadan bilind bû. Li ser rastiya Kawayê Hesinkar îro carek din bi hêz, berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya 50 salan agirê Newrozê bi dirûşma “Kes nikarê pêşî li têkoşîna me bigire” bilind dibe.Divê em xwedî li Rêber Apo derkevin û asta têkoşînê ji bo Rêber Apo bilintir bikin. Pêngava ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo destpêkiriye, em îro li qadên newrozê peyama xwe bidin raya giştî. Tu hêz nikarê raman, felsefe û projeya Rêber Apo bi dawî bike. Bi mîlyonan însan li derdor Rêber Apo kombûne û xwedî li Rêber Apo derdikevin. Bêdengiya li hember Rêber Apo divê bi dawî bibe.  Divê em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ji bo tecrîd bişke em li her derê asta têkoşînê bilind bikin.

‘Serkeftin wê ya me be’

Asya Abdullah herî dawî desnîşan kir ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka kurd re çareserî” asta têkoşînê bilind bikin û wiha bi dawî kir: “Li hember îradeya gelan û şoreşa jinan hemû êrîşên dagirkeriya tirk têk diçe û wê niha şûnde jî têk biçe. Armanca dewleta tirk li axa me ewe qirkirina ku rejîm temam nekiriye dewleta tirk dixwaze temam bike. Îro dewleta tirk bi êrîşa li dijî axa me dixwaze kemera ereban temam bike. Siyaseta koçberiyê li herderê tê meşandin, lê em dibêjn em dev ji axa xwe bernadin, em ê li ser axa xwe ala şehîdan bilind bikin. Çi dibe bila bibe, em ê li ser axa xwe bijîn. Îro şehîdên me xwe feda kirin em amadene ku hêvî û daxwaza dayik û şehîdên xwe têkoşîna xwe bilind bikin. Bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka kurd re çareserî” em soza xwe dubare dikin û bê teredût em ê li hember hemû siyasetên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Wê herdem agirê newrozê geş be û ruhê wê bilind be û wê serkeftin ya me be. Bijî rêber apo û jin jiyan azadî.”

Paşê Koma Hêvî ya stranan ku ji Şehba hatine stranên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Sûmeye Mihemed stranê xwe pêşkêş kir. Koma Pala ya stranan stranên xwe pêşkêş kirin. Koma Sakîne Cansiz a Hîlala Zêrîn stranên xwe pêşkêş kirin. Koma govendê ya şehîd Welat govenda xwe ya gelêrî pêşkêş kirin. Koma Botan stranên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Tariq stranên erebî pêşkêş kirin. Saz û awaz stranên xwe pêşkêş kirin.

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê berdewam kir.