Li Qamişlo pêşengeha wêne û pirtûkên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin
Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Qamişlo pêşengeha wêne, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û stranên gelerî li dar xistin.
Qamişlo – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji 1’ê Adarê ve çalakiyên cur be cur bi tevlîbûna jinan ji tevahî pêkhateyan bi cil û bergên çandî tên li dar xistin. Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşma "Tekoşîna me temîneta şoreşa jinan e" Tevgera Hîlala Zêrîn li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi tevlîbûna Meclîsên Kantona Qamişlo û Hesekê pêşengeha wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û stranên gelerî li Navenda Çand û Hunera Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xistin.
Di nava pêşengehê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên bi zimanê kurdî û erebî yê ji jinê re nivîsandibû hatin pêşkêş kirin. Pêşengeh ji aliyê dayika Ş.Hevrîn Xelef, Suad Mistefa ve hate vekirin. Paşê perspektifê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdar kirin. Kesên beşdarî pêşengehê bûn pirtûk û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mêze kirin.
Girêdayî pêşengehê, Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Endama Komîteya Pêngava 8'ê Adarê Rûken Mihemed nêrîn da û got: "Ez Roja Jinên Cîhanê li Rêber Apo û li tevahî jinan pîroz dikim. Me ji 23'ê Sibatê bi daxuyaniyekê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir û di 1'ê Adarê de jî rêzeçalakiyên cil û bergên kurdî hate destpêkirin. Çalakiyên reng bi reng bi boneya roja jinê tên li dar xistin. Em jî wek Tevgera Hîlala Zêrîn me pêşengtiya çalakiyan kir û gelek berhemên me hatin pêşandan. Îro jî me xwest rojek cuda û taybet ji bo Rêber Apo çêbikin. Me pêşengeha ji wêne û pirtûkên Rêber Apo ji bo jinan pêşkêş kir. Di nava pêşengehê de wêneyê Rêber Apo bi kesên navdar, siyasetmedar, jin, zarok û hunermendan re hene. Rêber Apo gelek ji şînkahiyê hezdike, loma me şaxên zeytûnê jî di nava pêşengehê de pêşkêş kiriye. Di heman demê de pirtûkên ji fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo jin nivîsandiye me pêşkêş kiriye. Her wiha jinên dengbêj bi dengên xwe yên zîz stranên gelerî pêşkêş dikin. Rêber Apo wek fizîkî di zîndanê de ye, lê fikir û perspektifên Rêber Ap di nava me de her zindî ye. Ev çalakî li ser asta Kantona Qamişlo û Hesekê hatiye li dar xistin. Weke ku tê xuya kirin hemû jin bi cil û bergên fiklorî beşdarî pêşengehê bûne."
Pêşengeh di demjimêr 16:00'an de bi dawî dibe.