Li Qamişlo 6’emîn mîhrîcana huner û wêjeya jinan tê lidarxistin
Hevseroka Midûriyeta Çand û Hunera Herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hisên da zanîn ku wê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê 6’emîn mîhrîcana huner û wêjeya jinan bê lidarxistin.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo - Bi avabûna Desteya Çand û Hunera Demokratîk re li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek jin bi çand û hunera xwe beşdarî navend û saziyên hunerê bûn. Ji ber jin û çand ji hevdu ne cuda ne tevlibûn û hezkirina jinan ji çand û hunerê re zêdetir dibe. Her wiha di hemû beşên çand û hunerê de jinan gavên pîroz avêtine. Ji bo ku çand zindî bimîne her sal gelek çalakiyên pêşandan û xwenaskirina çanda civakan tên çêkirin. Bi munasebeta Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunera Demokratîk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 6’emîn mîhrîcana huner û wêjeya jinan li dar bixe. Mîhrîcan wê di 1 û 2’yê meha Adarê de li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin. Her wiha wê jinên hemû neteweyên li herêmê bi çand û hunera xwe tevli mîhrîcanê bibin.
Her sal bi boneya 8’ê Adarê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda vê cejna jinan pîroz dikin. Yekem mîhrîcana huner û wêjeya jinan di sala 2016’an de li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Gelek jin ji tevahî herêmê bi hunera xwe beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Îsal jî wê ev mîhrîcan bi tevlibûneke girseyî ya jinan bê lidarxistin. Têkildarî mijarê Hevseroka Midûriyeta Çand û Hunera Herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hisên axivî.
Têkiliyên jinan û çand dîrokî ne
Sûad Hisên bal kişand ser girêdana jinan û hunerê bi hevdu re û wiha got: “Dema ku mirov behsa çandê dike jin tê bala mirovan. Jin û çand ji hev ne qut in û têkilyeke dîrokî di navbera wan de heye. Jinan hem çand afirandiye, hem jî mîrasê wê parastiye. Her çiqas êrîş li ser çanda me hatiye kirin jî her em ji bo parastina wê têdikoşin. Em dixwazin her çanda xwe bidin pêş û nasîn. Erka parastina çandê dikeve ser milên me hemûyan.”
Bi boneya 8’ê Adarê wê mîhrîcana huner û wêjeya jinan bê lidarxistin
Sûad Hisên bal kişand ser amadekariyên lidarxistina 6’emîn mîhrîcana huner û wêjeya jinan û wiha domand: “Her sal Desteya Çand û Hunera Herêma Cizîrê, mîhrîcana huner û wêjeya jin bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li dar dixe. Ev mîhrîcan wê di nav rêzeçalakiyên me yên 8’ê Adarê de be. Ev nêzî mehekê ye em amadekariyên mîhrîcanê dikin û bi dirûşma “Jin giyanê çandê vejîn dikin” em ê vê mîhrîcanê li dar bixin. Mîhrîcan wê li ser asta herdu kantonan Qamişlo û Hesekê bê çêkirin û tê de jinên hemû pêkhateyan wê beşdar bibin. Wê jin berhemên xwe yên hunerî ji muzîk, govend û şano pêşkêş bikin. Her wiha di mîhrîcanê de wê fîlîmên li ser çand û hunera jinan werin pêşandan.”
Zehmetiyên li pişt dikê
Sûad bal kişand ser zehmetiyên ku li pişt dikê jin dikşînin û ev tişt anî ziman: “Rast e mîhrîcan bi ked û xebatekî mezin tê amadekirin lê zehmetiyên li pişt dikê em dijîn. Karê hunerê pir demdirêj e û pêwîst e mirov gelek perwerdeyên wê bibîne. Her wiha di aliyê nivîskaran de jî hin zehmetiyên me hene, ji ber heta niha jin di nav hewldanên xwepêşxistinê de ne. Xala herî balkêş di mîhrîcana me de ew e ku îsal jinên ji derveyî Sûriyeyê dikarin beşdar bibin. Di dawiya mîhrîcanê de jî wê xelat û pîrozbahî ji komên ku wê bi ser kevin re bên dayîn. Di dawiyê de bi ruhê 8’ê Adarê em hemû jinan vedixwînin mîhrîcana 6’emîn a huner û wêjeya jinan. Hêviyên me ew in ku jin xwedî li berhemên xwe derkevin.”