Li Qahîreyê kovara bi navê ‘Vîzyona Jinan’ derket
Navenda Rojhilata Navîn a Lêkolînên Jîneolojiyê çapkirina hejmara yekem a kovara "Vîzyona Jinan" li Qahîreya Misrê ragihand. Ev kovar weke yekem kovara akademîk, çandî û siyasî tê hesibandin.
Qahîre – Ev weşan wekî gaveke girîng di pêşxistina lêkolînên jin de li herêmê tê dîtin û platformeke lêkolîn û ramanê çêdike ku dengê jinan weke beşek yekgirtî ya zanîna mirovahiyê diyar dike.
Hejmara wê ya yekem di meha Nîsanê de derket. Mijarên jin û civakê ji hêla sosyolojîk, siyasî, çandî û derûnî ve digre dest. Makale û lêkolînên girîng tê de hene. Ev xebat li ser rastiya analîzkirina civakê disekine. Di hêla qadên psîkolojî, antropolojî û sosyolojî de xwe dispêre lêkolînên rojane û çareseriyan pêşkeş dike.
Vîzyoneke nû ya rewşenbîrî ji bo têgihîştina cîhanê
Kovar di edîtoriya xwe de pirseke bingehîn derdixe holê: "Em cîhanê çawa dibînin? Ji çi perspektîfê em wê dixwînin?" Hilbijartina vê sernavê baweriyekê nîşan dide ku di sedsala 21’ê de veguherînek kûr di ramana mirovan de çêdibe.
Platformeke ji bo diyalog û keşifkirinên nû
Kovara "Vîzyona Jinan" armanc dike ku bibe qadeke zindî ji bo diyalog û ramanê; platformek pêşkêş bike ji bo vedîtina nasname û dîroka jinan. Di vê çarçoveyê de, gotar û lêkolînên ku li ser pirsên nasname û hebûnê yên wekî "Jin kî ye? Ew çawa dijî? Ew çawa têkiliya xwe bi cîhanê re ji nû ve pênase dike?" diweşîne.
Naveroka dewlemend a zanistî û çandî
Hejmara yekem analîzên kûr ên mijarên civakî, aborî û çandî û her wiha gotarên ku li ser ezmûnên jinan ên ji Rojhilata Navîn disekinin û perspektîfek nû pêşkêş dikin ku rol û beşdariyên jinan di dîrokê de ronî dike, vedihewîne.
Navenda Rojhilata Navîn a Lêkolînên Jineolojiyê tekez dike ku weşandina kovarê destpêka pêvajoyek dirêj nîşan dide ku armanc dike pirsên sereke yên li ser mirovahiyê û civakê ji perspektîfek femînîst ve ji nû ve lêkolîn bike. Her wiha armanc dike ku qadeke zanînê biafirîne tê de raman, siyaset, dîrok, wêje û huner bi hev re têkilî daynin; ji ber ku guhertina rastîn ne di qadeke tenê de ye bi riya têkiliya asta zanebûyînên cuda yên hişmendiyê çêdibe.
Armanca kovarê ew e ku bibe dengekî afirîner, dîrokê ji nû ve analîz bike, ezmûnên jinên li Rojhilata Navîn ji bo avakirina pêşerojeke çêtir ji bo hemû jinan pêşkêş bike.