Li Qahîreyê ji bo jinan xebatên piralî tên meşandin

Hebîbe Mazin, da zanîn ku ji bo jin di hemû qadên jiyanê de cih bigirin û xwedî li mafên xwe derkevin dixebitin û destnîşan kir ku ew di têkoşîna li dijî tundiyê de jî hewl didin hişmendiya civakî bilind bikin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Li Qahîre ji ber gelek sedemên cûda ên din ava civakê de, jin nikarin beşdarî qada siyasî bibin, yan jî gelek kêm jin hewl didin beşdarî qada siyasî û giştî bibin. Endama Komeleya Niştîmanî ya Parastina Maf û azadiyê Hebîbe Mazin derbarê piştgiriya bi jinan re di beşdariya siyasî û hebûna wê di warê giştî de ji ajansa me re axivî.

Hebîbe Mazin a têkîldarî xebatên xwe got “Gelek dozên me yên girêdayî mafan hene” wiha got: “Di asta yekem de jî jin û zehmetiyên li pêşberî wan derdikevin e her wiha binpêkirinên li dijî jinan ên ku mafên wan têk dibin û carnan dixin xeteriyê de jî. Ji bo jinan gelek bernameyên me hene, ji wan jî beşdariya siyasî ya jinane, çawaniya beşdariya wan di warê giştî de, piştgiriya wan di pilanên ji pêngava hilbijartinan re ji ber em dixwazin jin di van proseyan de beşdar bibin û bi ser bikevin. Her wiha me kar li ser zagonên girêdayî jinan jî kir, ji bo em beşdariya wê xurt bikin û parastina wê bi riya karê li ser sererastkirinên zagonî jî bikin her wiha zextê bikin ji bo em li ser lihevkirinên navdewletî yên girêdayî jinan îmze bikin mîna lihevkirina Moboto û hwd.”

‘Jin bi astengiyan re rû bi rû ne’

Hebîbe Mazin derbarê beşdariya jinan a xebatan de wiha got: “Divê em li gor dûrbûna demografî cudahiyê bixin navbera jinan de. Hin bajar hene urf û edetên wan nahêlin jin bejadrî karê giştî bibin, tevgera wan asteng dikin û rola wan di civakê de sînordar dikin. Ev hemû dibin sedem ku jin nikarin beşdarî siyasetê bibin. Em hewil didin bi riya perwerde û panelan astengiyên ji ber urf û edetan rakin. Her wiha em derbarê hişyariya civakê de xebat didin meşandin daku jin beşdarî qada siyasete bibin.”

Hebîbe Mazin a got “Hinek jin hene xebera wan jê nîne ku ew dikarin beşdarî siyasete bibin” wiha pêl da axaftina xwe: “Gelek ji jinan jî zagonên ku derbarê vê yekê de heyî nas nakin. Em girîngiyê didin van xalan ji ber zanabûn esasek girîng e, ji bo piştgiriya jinan di qada siyasî de.”

Binpêkirinên li dijî jinan

Hebîbe Mazin destnîşan kir ku gelek binpêkirinên li dijî jinan hene ji ber wê jin hewil didin li dijî vê yekê têbikoşin û wiha got: “Gelek jin hene girîngiyê didin gelek tiştên cuda yên  navdewletî yan jî xwecihî. Em hewil didin diyardeyên tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan a ku zêde bûye kontrol bikin, ji wan jî qetilkirina du xwendekaran li kolanê li pêşiya çavê kesên li kolanê. Em dixwazin asta hişyariya jinan bilind bikin ku girîng e lihevkirin û awayên piştgiriya xwe nas bikin û mafê xwe biparzin. Em lêkolînên kûr û berfireh derbarê rastiyê de dikin ji bo em asta zanabûnê bilind bikin û ber bi îmzekirina lihevkirinên navdewletî ve biçin.”

‘Divê jin bibin yek’

Hebîbe Mazin têkildarî tundiya li ser jinan û dozên ku derbarê bûyeran de dimeşin ev tişt got: “Nerînek li dijî jinan heye ku ew çavkaniya hemû şerane û ji bo tewanbarkirina jinan  hewildanek dewam heye û kesên bersûc tên berdan. Pêwîstiya vê yekê bi destwerdanekê heye, ji bo welatî werin hişyarkirin, bawerî bi jinan hebe û piştgiriya wan were dayîn li şûna ku wan bitirsînin. Gelek jin hene nikarin binpêkirinên li dijî wan hatine pêkanîn binîn ziman û gilî bikin. Ji bo em vê çanada civakî biguherîn, em li ser vê dozê bi hemû hêza xwe kar dikin. Em dixwazin atmosfereke ewle ji bo jinan û zarokên keç ava bikin, ji bo bikarin beşdar bibin û bê tirs tevbigerin. Piştî binpêkirin û tundiyên di demên dawî de li beramberî jinan çêbûne, berpirsyartiya civakî dikeve ser milê me hemuyan. Divê ji bo ev çand were guherîn hemû kes bibin yek û piştgiriya jinan were kirin.”

‘Li dijî binpêkirinan serî hildin’

Hebîbe Mazin got “Pênasekirina jinan bi mafên wan yek ji alavên dikarin asta zanabûna wan bilind bikin û bihêlin li hember binpêkirinan serî hildin” û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Belgekirina binpêkirinan jî alîkariyê dide ku rastî were lêkolînkirin. Bi vê yekê ji kesên dixwazin li ser van dozan kar bikin zelal dibe û bandora wan zêdetir li ser rastiyan heye. Li aliyekî din civaka sivîl roleke aktîv di danûstandina bi dosyayên tundiyê û hwd ji astengiyan heye. Zagon roleke girîng di parastina jinan de dilîzin her wiha aktîvkirina awayê pêşwazîkirina giliyan di mclisên taybet de. Bi vê yekê jin dikarin binpêkirinên li dijî wan bînin ziman.”