Li Polonyayê xwepêşandanên li hemberî qedexeya kurtajê mezin dibe
Çalakiya jinên Polonya yê li hemberî qedexeya kurtajê dayîn despêkirin di roja sêyan de berdewam dike. Jin bi pankarta “Bedena min, hilbijartina min, difikirim, dipejirînim, biriyar didim, rehîma şoreşê jî heye û destê we bixwîne” li kolana ne.
Navenda Nûçeyan – 27’ê çile hikumeta Polonya li tevahî welat biriyara qedexeya kurtajê di rojnameya fermî de ragihand. Bertekên li hemberî biriyara kurtajê ya nû ku ji aliyê Dadgeha Destura Bingehîn a deshilata PIS a li Polonyayê bi mahafazakarbûn û binpêkirina mafê jinan tê zanîn ve hatî girtin berdewamin. Li paytexta Polonya Varşovayê şevêdinê jî protesto berdewambûn.
Li Polonya ya ku baweriya wê Katolîk e, deshilata PiS vê dawiyê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a kurtajê hîn dijwartir kir. Bi bertek û çalakiyên jinan ên li seranserê welêt, fermîbûna wê hate rawestandin. Lêbelê, bi biryara ku 27ê çile di rojnameya fermî de hatî weşandin dê qedexe bikin.
Di xwepêşandanên ku sê rojên dawî didome de, jinan bi pankartên 'Bedena min, hilbijartina min, difikirim, napejirînim, biryar didim, rehîma şoreşê jî heye û destê we bixwîne” li qadane.
Ji bo astengkirina çalakiyan polîsan di nava bajar de bend danîne.
Li Polonyaya şêniya wê 38 miliyone beriya vê biriyarê salane herî zêde salê 2 hezar kurtaj dihat kirin.