'Li pişt polîtîkaya dewleta Tirk a li ser penaberan planên dagirkeriyê hene'

Jinên ji Kantona Efrîn-Şehbayê êrîşên nîjadperest ên dawî li dijî koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn nirxand û diyar kir ku plana dagirkeriyê li pişt polîtîkaya penaberan dewleta Tirk heye.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Di pêvajoya bi navê ‘Bihara Ereban’ ku di sala 2010’an de li Rojhilata Navîn destpê kir, li gelek welatan gel bi daxwazên azadî û wekheviyê serî hilda. Serhildanên ku bandora domînoyê çêkir di sala 2011’an de li Sûriyeyê belav bû. Ji wê demê û vir ve li Sûriyeyê nakokî û bêîstîkrariya siyasî berdewam e. Li welatê ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan mirov koçber bûn, daxwazên azadiyê berdewam dikin. Ji van koçberan ya herî mezin ber bi welatê cîran Tirkiyê bû. Gelek Sûriyeyî bi hêviya ku biçin Ewropayê çûn Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk her tim penaberan kiriye mijara 'bazirganiya siyasî'. Penaberên ku bi polîtîkayên wekî girtin, îşkence, kuştin û îstismarkirina kedê weke keda erzan re rû bi rû dimînin, di bin gefa sirgûnê de dixwazin bi cezayên li derveyî mirovahiyê bên cezakirin.

Jinên ji Efrînê koçber bûne ku em bi wan re li ser mijarê axivîn, diyar kirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser penaberan li gorî berjewendiyên wan hatiye guhertin.

'Polîtîkaya Tirkkirinê tê meşandin'

Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Şêrîn Ehmed, daxuyaniyên dewleta Tirk ên di destpêka aloziya Sûriyê de ku gotibû, sînorên xwe vekirine û piştgiriya gelê Sûriyê dike, bi bîr xist û got, “Piştî çend salan rûyê xwe yê rast eşkere kir. Bi desteka ku dida çeteyan, rasterast destwerdana axa Sûriyeyê kir û planên xwe yên dagirkeriyê xist meriyetê."  

'Divê saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin'

Şêrîn Ehmed têkildarî tundî û gefên dersînorkirinê yên li ser penaberan ku di demên dawî de zêde bûne got: “Ev siyaset planeke dewleta Tirk a ji destpêka aloziya Sûriyê ve hatiye xêzkirin. Dewleta Tirk a ku dixwest demografiya Sûriyeyê biguherîne, ziman, nasname û hebûna Tirkî li ser gelan ferz kir. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê erkên xwe yên ji bo parastina penaberan pêk bînin. Dewleta Tirk, çi li ser xaka xwe, çi jî li ser xaka Sûriyê ya ku dagir dike, divê ji heqaret, gef xwarin û xeteriyên ku li ser gelê Sûriyê pêk tîne, berpirsyar bê dîtin. Gelên li Sûriyeyê dijîn hema bêje her roj rastî bombebarana dewleta Tirk tên.

'Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe penaberan li Tirkiyeyê qebûl kir'

Cîhan Mistefa ku ji Efrînê koçî Şehbayê bûye, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe penaberên Sûriyeyê qebûl kiriye û anî ziman ku Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê weke keda erzan tên dîtin û bi mûçeyên kêm bi saetan dixebitin her wiga diyar kir ku dewleta Tirk krîza Sûriyê kûrtir dike.

Cîhan Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê tên girtin, êrişî dikanên wan û talankirin, xwediyên kargehan jî rastî tundiyê tên. Nîjadperestî li hember penaberên Sûriyê heye. Dewleta Tirk bi awayekî neguncav zorê dide penaberên Sûriyê. Di destpêka qeyranê de gelê Sûriyê ji ber nebûna ewlekarî û aramiyê neçar ma koç bike, îro jî hewl tê dayîn didin wan bişînin herêmên Sûriyê yên dagîrkirî."

'Em pêkanînên dijmirovahî red dikin'

Henan El-Elî jî diyar kir ku tiştên wê di medyayê û malperên parvekirina dîjîtal de li ser penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dît wek wehşet bi nav kir û wiha pê de çû: “Hinek malbat li kolanan hatin binçavkirin û girtin. Divê em pêkanînên nemirovane yên li dijî Sûriyeyê red bikin. Dewleta Tirk a ku îdia dike ku dikare penaberên Sûriyeyê qebûl bike û biparêze, divê heta dawiyê parastina wan bike."