Li pirtûkxaneya neteweyî ya Tahranê li dijî hicaba bi zorê çalakî

Li pirtûkxaneya neteweyî ya Tahranê li dijî hicaba bi zorê bi dirûşma ‘Jin jIyan Azadî’ çalakî hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Şava borî rayaderan pirtûkxaneya neteweyî ya Tahranê ji ber hicaba bi zorê belavokên bi gef li ser endamên pirtûkxaneyê belav kirin, ji ber vê yekê endamên pirtûkxaneyê û xebatkarên wê li meydanê li hev kom bûn û lingê xwe li erdê dan û bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ şermezar kirin, xwepêşanderên ku belavok qetandin, di heman demê de dirûşmên li dijî hikumetê avêtin. 

Belavokên ku ji aliyê pirtûkxaneya neteweyî ya Tahranê ve hatin amadekirin, li ser wan hatibû nivîsandin ku endamên hicaba bi zorê nedin serê xwe dê ji endamtiyê werin avêtin.