Li Pira Bogazîçîyê pankarta 'Qeyûm bicehime’ hat daliqandin

Parlamenterên DEM'ê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariya Colemêrgê pankarta "Qyûm bicehime” daliqandin.

Navenda Nûçeyan-Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên Stenbolê Kezban Konûkçû û Celal Firat bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta “Qeyûm bicehime” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin. 

‘Dê darbekar winda bikin’

Parlamenteran piştî daliqandina pankartê li ser pirê axaftinek kirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ê ewilî axivî, wiha got: “Ji Geziyê heta Kobanê ji Stenbolê heta Colêmêrgê yên ku winda bikin dê bibin darbekar. Yên ku serbikevin jî dê bibin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Em ê serbikevin.”

‘Xespkirina vîna gelê Kurd, xespkirina vîna hemû gelan e’

Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû ya pişt re axivî jî diyar kir ku destûr nadin ku vîna gelê kurd were xespkirin û ev bang li rayagiştî kir: “Ji ber ku xespkirina vîna gelê Kurd, xespkirina vîna hemû gelan e. Ji bo ku vê pergala talan û derewan bidomînin her tim vîna gelê Kurd xesp dikin. Em vê qebûl nakin. Em ji vir bang li hemû girseyên demokratîk dikin; divê em li dijî feraseta qeyûm bi hev re li ber xwe bidin. Em neçarin ku bên bahev.”

‘Serkeftin ya me ye’

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî wiha got: “Hem hûn ê bibêjin ‘serwerî bê şert û merc a gel e’ hem jî qeyûm tayînî vîna gel bikin. Heke serwerî bê şert û merc a gel be wê demê divê teqez rêzê ji vîna gel re bigirin. Serkeftin ya me ye.”

Parlamenteran pişt re ligel çepik û tilîliyan dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.