Li pêşiya Meclisa Îsraîlê çalakî hat lidarxistin

Xwepêşanderên ku li pêşiya Meclisa Îsraîlê bang li hikûmeta Netanyahu kirin, pankartên bi nivîsa “Wan vegerînin” rakirin û hikûmetê bi sûcê “rehîneyan terkî çarenûsê dikin” sûcdar kirin.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên ku her hefte li Îsraîlê li dijî hikûmeta serokwezîr Benjamin Netanyahu tên lidarxistin, berdewam dikin. Duh zêdetirî 50 hezar kes li ber Meclisa Îsraîlê ya li Rojavayê Qudsê kom bûn û xwestin rehîneyên Îsraîlî yên li Xezayê vegerin malên xwe û agirbest bê pêkanîn.

Xwepêşanderên ku dijî hikûmeta Netanyahu dirûşm berz kirin, def û titik lêdan, wêneyên rehîneyên Îsraîlî û dowîzên "wan vegerînin" hilgirtin û gotin hikûmet "rehîneyan terkî çarenûsê dike."

Li pêşiya meclisê kon vedan

Di xwepêşandanên ku şeva 31’ê Adarê li Qudusa Rojava nêzî 100 hezar kes beşdarbûn de, xwepêşanderan bi otobanê rê li trafîkê girtin, agir pêxistin û bi polîsan re rastî hev hatibûn.

Piştî xwepêşandanan bi sedan kes li pêşiya Meclisa Îsraîlê kon vedan. Di xwepêşandanan de daxwaza îstîfakirina hikûmeta Netanyahu, hilbijartinên pêşwext û vegerandina rehîneyên Îsraîlî yên li Xezeyê hat kirin.