Li pêşangeha pirtûkan berhemên bi zimanê Ermenî bal kişand

Meclisa Civaka Ermen bi 500 pirtûkan beşdarî 8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bû ku 7 roj domiya. Cîgirê Buroya Şêwirmendiya Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kohar Xaçadûryan destnîşan dike ku ew ji bo parastina dîroka xwe têdikoşin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- 8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Rojavayê Kurdistanê di 15’ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û di 22’ê mehê de bidawî bû. Bi serpereştiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi beşdariya 54 weşanxaneyan, bi giştî 143 hezar pirtûkên ji çar aliyên Kurdistanê û Sûriyeyê û ji welatên cuda, di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.

Cîgirê Buroya Şêwirmendiya Ermen a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kohar Xaçadûryan ê ji roja yekem a destpêkirina pêşangehê ve heta roja dawî amade bû; li ser pêşangehê nêrînên xwe anî ziman.

Kohar da zanîn ku ew bi sedan berheman beşdar bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi 500 pirtûkên ku bi qasî 400 ji wan bi zimanê Ermenî ne beşdar bûn. Pirtûkên li ser wêje, helbest û rola jinan a di dîroka Ermenistanê de di pêşangehê de hebûn. Pirtûkên li ser qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’an de li dijî gelê Ermenî pêk hat jî hebûn. Ji bilî pirtûkên ku bi dîrok û çanda Ermeniyan re mijûl dibin, bi zimanê Erebî jî pirtûkên curbecur hebûn.”

‘Rûyekî şaristanî ye ji bo herêmê’

Kohar Xaçadûryan li ser pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan got ku rûyekî şaristanî ye ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Pêşangeha pirtûkan gelek weşanxane, sendîka, rojname, rêxistin û meclisên ji hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Bêguman ev ramana neteweya demokratîk îfade dike.”

Çima rêjeya beşdarbûnê îsal li gorî salên berê kêm e?

Kohar Xaçadûryan got ku rêjeya beşdariya pêşangehê îsal kêm e û sedemên sereke wiha rêz kirin: “Bi dîtina min, sedema herî mezin rewşa aborî ya dijwar e ku gelên herêmê tê re derbas dibin û her wiha buhabûna pirtûkan e. Li aliyekî din, nifşê nû berê xwe dide globalbûn û teknolojiyê. Bi riya vê pêşangehê, em hewl didin ramana xwendinê di nava nifşên nû de bi hev re belav bikin da ku raman û pêşketina wan bi taybetî di warê danûstandinê de bi pêş bixin.”

‘Belgekirina dîroka Ermenî ji bo nifşê nû’

Kohar Xaçadûryan diyar kir ku ew hewl didin salane beşdar bibin da ku çanda xwe bigihîjînin pêkhateyên herêmê û nifşên nû yê Ermenî û wiha bi dawî kir: “Ev pirtûk dîrok, çand û şaristaniya Ermeniyan a ku gelek dewletan hewl dan ji holê rakin, belge dikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku em van pirtûk û belgeyan bigihîjînin nifşên nû yên Ermenî, da ku ew bi tevahî ji dîroka gelê xwe û ji tiştên ku pîr û kalên wan jiyane agahdar bibin.”