Li Peruyê cara yekem jinek bû serok

Piştî ku serokê pêşî Pedro Castîllo piştî çend saetan hewl da parlamentoyê hilweşîne, cara yekem e li Peruyê jinek dibe serok.

Navneda Nûçeyan - Seroka nû yê Peruyê Danya Blortî ya 60 salî, roja 7’ê Kanunê weke seroka welat sond xwar û destnîşan kir ku wê heta meha Tîrmeha sala 2026’an li ser desthilatdariyê be.

Danya Blortî piştî sondxwarinê li ofîsa xwe daxwaza agirbesta siyasî kir ku li ser qeyrana welat hemû bi xwe girtiye û got: “Ev tişta ku ez daxwaz dikim ji bo rizgariya welat e.”

Danya Blortî di sala 2007’an de weke parêzer û seroka fermangehê li tomara neteweyî ya asmanî û di aliyê şaristanî de kar kiriye. Di 29’ê Tîrmeha sala 2021’ê de weke wezîra geşepêdanê di hikumeta Pedru Castillo de hat tayînkirin û di 7’ê Kanûna îsal de weke seroka nû ya welatê Peruyê ku dikeve Başûrê Amarîkayê sond xwar.