Li Perûyê 3 hezar û 400 jin winda bûn

Ji ber sedemên ku nayên zanîn salane bi sedan keçên ciwan û jin ji ber negirtina tedbîran winda dibin li Perûyê û aqubeta wan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Ombudsmanê ya Perûyê ragihand ku di çar mehên destpêka sala 2023’yan de zêdeyî 3 hezar û 400 jin winda bûne. Ofîsa Ombudsman a Perûyê di rapora xwe ya bi sernavê “Çi hat serê wan?” de piştrast kir ku di çar mehên destpêka sala 2023’an de 3 hezar û 406 gilî li ser windabûna jinan ji rayedarên pêwendîdar re hatine. Li gorî raporê hezar û 902 jin hatine dîtin, hezar û 504 jin jî li welatê Andê winda ne.

Rêxistinên jinan ên sivîl piştrast kirin ku rayedarên ewlekarî û dadweriyê di wê baweriyê de ne ku ev kes bi serê xwe û bi îradeya xwe reviyane û bi awayekî cidî li ser windakirina wan lêkolîn nakin.  Raporên herêmî ji aliyê cîgira sekreterê Ombudsmanê Peru, Isabel Ortillo ve ku ev îstatîstîk eşkere kir û bi gotinên; “Li welat rewşa windakirina jinan xeternak e” û rexne li rayedaran kir ku ji bo pêşîgirtina vê diyardeya her sal tê dubarekirin tedbîran nagirin û wiha got: “Dewlet pirsgirêka windayan esas nagire. Piraniya bûyerên windakirinê revandin û binçavkirina bi zorê ne. Zêdeyî 5,000 jin ku piraniya wan keçên ciwan in, di sala 2022’an de winda bûne ku ev hejmar ji sala 2021’ê ve ji sedî 9,7 kêmtir e.