Li peravên Yemenê keştiya ku 250 koçber tê de bûn noq bû

Li peravên Yemenê keştiya ku nêzî 250 koçber tê de bûn, ji Boynuza Efrîqayê dihat noqî avê bû. Di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest da, 100 kes jî winda bûn.

Navenda Nûçeyan – Keştiya ku ji Boynuza Efrîqayê dihat li peravên Radum ên Yemenê ji ber bayê dijwar noq bû. Li gorî îfadeyên kesên ku sax mane, tîmên lêgerîn û rizgariyê ragihandin ku di keştiyê de herî kêm 250 kes hebûne. Her wiha diyar kirin ku herî kêm 26 jê jin, 12 jê mêr 38 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

100 kes winda ne

Rayedarên xwecihê yên li Ruduma li Rojhilatê Adenê, gotin ku piranî kesên di keştiyê de koçberên ji Etiyopyayê ne û ji bo bigihîjin welatên Kendavê, Yemenê weke xala jê derbas bibin bi kar anîne. Mudurê herêma Rudum Hadî Al- Khurma di daxuyaniya ku da ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku keştî bêyî bigihîje peravê binav bûye û wiha got: “Masîvan û welatiyên herêmê ji koçberan 78 rizgar kirin, diyar kirin ku di heman keştiyê de nêzî 100 kes winda ne. Xebatên lêgerînê jî hê berdewam dikin û der barê bûyerê de agahî ji Neteweyên Yekbûyî re hat dayîn.”

Di serî de Etiyopya û Somalî koçberên ji welatên Boynuza Efrîqayê tên, Yemenê ji xwe re weke xala derbaskirinê dibînin. Piraniya koçberên Efrîqî, bi xeyala biçin Erebistana Siûdî û welatên Kendavê li ser Cibutî diçin Yemenê. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Boynuza Efrîqayê 97 hezar koçber hatine Yemenê.