Li peravên Îtalyayê du qeyikên penaberan binav bûn

Li peravên Îtalyayê du qeyikên ku ji kapasîteya wan zêdetir penaber di wan de bûn binav bû di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji 60 kesan zêdetir kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Du qeyikên ku li başûrê Îtalyayê penaber di wan de bûn binav bûn û di encamê de 11 kes mirin, zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn

Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku cenazeyên 10 penaberan hatine dîtin û xebatên lêgerînî jî didomin.

Li gorî nûçeya kanala Îtalyan Rain binav bûn. 12 penaberên ku hatin rizgarkirin, gotin ku di qeyîkê de herî kêm 50 kes winda bûne. Li herêmê ji bo kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Ewlehiya deryayê ya Îtalyayê jî diyar kir ku ji 12 kesên ku hatine rizgarkirin yekê jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) û UNICEF’ê daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku qeyîk ji Tirkiye û Libyayê derketine rê, penaberên ji Sûriye, Misir, Pakistan û Bangladeşê di wan de bûne.

Qezaya duyemîn jî 200 kîlometre li herêma bakurê Calabriaya Îtalyayê rû daye.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), li Derya Spî ya Navîn ji serê salê ve heta 17’ê Hezîranê Orta 749 penaber di deryayê de winda bûne.