Li Patnosê "Navenda Şêwirmendiya Jinan" vedibe

Hevseroka Şaredariya Patnosê Muşerref Geçer diyar kir ku armanca wan ew e ku bi xebatên ji bo jinan dimeşînin re Patnosê bikin bajarê jinan û diyar kir ku ew ê di çarçoveya xebatên xwe de li navçeyê Navenda Şêwirmendiya Jinan vekin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Agirî - Şaredariya Patnosê ku bi hilbijartinên herêmî yên Adara 2019'an ve ket destên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi xebatên xwe armanc dike ku jinan tevli nava civakê bike. Şaredarî bi qadên îstîhdamê û xebatên ku li navçeyê di avahiyeke kevnar de dike xwe digihîjîne jinan her wiha xwe amade dike ku li navçeyê Navenda Şêwirmendiya Jinan veke. Hevseroka Şaredariya Patnosê Muşerref Geçer diyar kir ku ew ê bi navenda ku dê vekin ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî.
Pirsgirêkên jinan bi Xeta Mor çareser dibin
Muşerref Geçer anî ziman ku ji roja dest bi rêveberiyê kirine heta niha der barê jinan de gelek xebat meşandine û bi van gotinan kurteya xebatên xwe vegot: “Ji dema ku em hatine rêveberiyê heta niha der barê jinan de gelek xebatên me çebûn. Gelek bandorên baş ên xebatên me di nava civakê de çêbûn. Li gel vê me di vê demê de der barê pirsgirêk û daxwazên jinan de midûriyeta xwe ya jinan ava kir. Di çarçoveya xebatên me yên domdar ên di nav beşê de xetek me ya mor heye. Ji bo ku em bigihîjin jinên ku pirsgirêkavan hene û nikarin bên şaredariyê me ev xet vekir. Ji bilî vê ji bo jinên me di nava hefteyek de 2 caran rêwîtiya bê pere bikin karta jinkart derxist da ku jin di hefteyê de 2 caran sefera bêpere bikin.”
Dê navenda Şêwirmendiya Jinan vebe
Muşerref Geçer, diyar kir ku li Patnosê jin ji civakê tên îzolekirin û ew jî li dijî vê yekê têdikoşin dikin û got ku ji bo ku navçe bibe bajarê jinan xebat dimeşin in. Muşerref Geçer, destnîşan kir ku pirsgirêkên jinan bi pêvajoya pandemiyê re mezin bûne û diyar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ew ê di nava şaredariyê de Navenda Şêwirmendiya Jinan vekin. 
“Dê der barê jin û zarokan de perwerde bên dayîn”
Muşerref Geçer, da zanîn ku ji bo jinan ji malê derbixin û xwe biafirînin di her qadê de xebatan dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Di vê demê de, qadên îstîhdamê ku me ji bo jinan ava kir çebû. Civakek hinek girtiye, zîhniyeteke feodal heye. Lê di vê demê de me di gelek xalan de ji vê yekê derbas kir. Ji bo em van hewldanan hîn berfirehtir bikin û bigihîjînin jinan, em armanc dikin ku li vir Navenda Şêwirmendiya Jinan vekin. Projeyek me ya wiha heye. Em ê di mehên pêş de vê yekê derbasê jiyanê dikin. Di vê navendê de hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê manewî ve em ê piştgiriyê bidin jinên ku rastî tundiyê tên. Perwerdeyên me yên der barê jin û zarokan de çebibin. Em armanc dikin ku bi perwerdeyên xwe re dest bidin jiyana jinan.”
“Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin” 
Muşerref Geçer destnîşan kir ku ew ê weke jin di çarçoveya 25'ê Mijdar û 8'ê Adarê de li Patnosê li qadan bin û got; “Dema em nû hatin, me dît ku jinên li navçeyê dijîn, bi temamî di hundir de hatine girtin. Lê me hem bi pîvana hevserokatiyê û hem jî bi xebatên civakî yên ku me kirî bi tevlikirina jinan a di nava civakê de bi ser ketin. Li pêşiya me 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê heye. Di bernameya me ya 25'ê Mijdarê de çalakiyên şahiyên jinan û firandina pimpimok pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên me yên ku hefteyek berdewam bike pir bi coş derbas bibe."