Li Parlamentoya Ewropayê konfaransa jinên Êzidî tê lidarxistin

Li Parlamenta Ewropa bi sernavê ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye’ konferansek tê lidarxistin. Di konfaransê de bal li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hat kişandin.

Navenda Nûçeyan – Li Parlamentoya Ewropa bi sernavê ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye’ ji bo qirkirina Êzidiyan were naskirin konfaransek hate li darxistin. Konferansa li Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve tê lidarxistin û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan piştgiriyê didin konferansê.

Rûniştina destpêkê ya konferansê bi moderatoriya Shîlan Badal Kheder ve hate kirin. Shîlan Badal Kheder têkildarî naverok û armanca konferansê agahî da û got: “Ji bo careke din trajediyên bi heman rengî rû nedin, em ê hewl bidin.”

Beriya destpêkirina panela destpêkê Berdevka SMJÊ'yê Nûjiyan Gunay axivî û qala destkeftiyên Êzidyan kir ku di nava 10 salên dawî de bi têkoşîn û berxwedanê bi dest xistin.

‘Divê Êzidîtî weke olekî cuda bê qebûlkirin’

Nûjiyan Gunay got: “Divê herêma Şengalê di asta navneteweyî de bê naskirin” û ji bo mexdûrên qirkirinê jî xwest, tedbîrên şênber bêne girtin.” Nûjiyan Gunay destnîşan kir ku modela xweseriya demokratîk a li Şengalê ji bo çareseriyê modeleke û got: “Ji bo mexdûrên qirkirinê karibin jiyana xwe jinûve ava bikin, divê alîkariya madî bê kirin. Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê qada hewayî bê girtin. Kiryarên qirkirinê divê di asta navneteweyî de bêne darizandin. Divê Êzidîtî weke olekî cuda bê qebûlkirin.”

‘Gef berdewam dike’

Endama Parlamenta Ewropayê Katrîn Langensîepe ya ji KESK EFA, da zanîn ku gefa li ser Êzidiyan berdewam dike û li dijî jin û zarokan şerek tê meşandin. Katrîn Langensîepe bûyerên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi serê jinan ve hatin, bi bîr xist.

‘Ji bo avakirina mekanîzmaya ewlekariyê divê bi Êzidiyan re kar bê kirin’

Parlamenterê Federal ê Belçîkayê Georges Dallemagne anî ziman ku wan li ser Êzidiyan rapor amade kirine, serdana wan kirine, li Parlamenta Brukselê qirkirina Êzidiyan hatiye qebûlkirin lê belê divê ji aliyê hikumetê ve jî bê qebûlkirin û got: “Welatiyên Belçîkayê jî di nav de wan kesên tevlî qirkirinê bûne teşhîs kirine, bi Elmanyayê re li ser vê mijarê dixebitin. Ev konferans ne tenê bîranîneke. Trajedî hîn jî dewam dike, hîn jî bi hezaran Êzidî li kampan e. Piştî qirkirinê bi 10 salan, divê em ji bo vî gelî çareseriyekê peyda bikin. Ji bo ewlehiya Êzidiyan divê çareseriyek bê peydakirin. Em li ser vê mijarê hevdîtinê bi rayedarên Belçîka û Ewropayî re dikin. Dixwazim bi dengek bilind bang bikim. Di asta xwecihî, herêmî û navneteweyî de divê mekanîzmayeke parastinê bê avakirin. Divê gel li warê xwe vegere. Ji bo avakirina mekanîzmaya ewlekariyê divê bi Êzidiyan re kar bê kirin.”

‘Naskirina qirkirina Êzidiyan giringe’

Endama Kesk a EFA ya Parlamenta Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle jî bi bîr xist ku gelek parlamentan qirkirin nas kirine û got: “500 hezar kes ji ber qirkirinê ji cih û warê xwe bûn. Şengal warê Êzidiyan e. Divê em piştgiriyê bidin hev  û em berxwedana jinên Êzidî, piştevanî û hewldanên jinûve avakirinê silav dikin. Naskirina qirkirina Êzidiyan li parlamentayan girîng e, lê belê gavên ji niha û pê ve bêne avêtin jî girîngi. Rêxistiniya Êzidiyan ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya herêmê girîng e.” Lorena Lopez bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ axaftina xwe bi dawî kir.

‘Divê çek ji dewleta Tirk re neye firotin’

Ji Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (GÛE/NGL) Ozlem Demîrel jî diyar kir ku Êzidî çand û baweriyek kûre, tenê bi komkujiyan dikeve rojevê û rexne li Yekîtiya Ewropayê kir ku dema çeteyên DAÎŞ'ê dest bi qirkirinê kir, bêdeng ma.

Ozlem Demîrel anî ziman ku qet behsa êrîşên dewleta Tirk nayê kirin û got: “Dixwazim ku pêşî li êrîşên hewayî bê girtin. Ew balafirên şer ji bo şer li wê derê ne. Cihê matmayinê ye ku hîn jî balafir tên firotina Tirkiyeyê. Divê şert û mercên jiyaneke aştiyane ji bo hemû gel, civak, bawerî û zayendan bê avakirin.” Ozlem Demîrel bi taybet xwest êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin û çek ji Tirkiyeyê re neyên firotin.

Ji EWL'ê Mary Collîns jî destnîşan kir ku pirgirêk bi ajandayeke femînîst dikare bê çareserkirin.

Konferans bi panelan berdewam dike.