Li parezgehên Îranê dema berhevkirina nêrgizan hat

Kulîlkên nêrgizê ku bi bêhn û rengên xwe mirovan mest dikin parêzgehên Îranê xemilandin. Êdî dema berhevkirina nêrgiza ku ji bo gelê li wan herêman çavkaniya debarê ye hatiye

 
Navenda Nûçeyan – Bînin ber çavên xwe ku li sedan hektar qadan nêrgiz hene. Bayê pir hindik jî bêhna vê kulîlka nadir li derdorê belav dike. Li parêzgehên Fars ên Îranê îsal piştî meha Îlonê kulîlkên nêrgizê hatin çandin û li gorî texmînan di encamê de ji 300 milyonî zêdetir bûne.  
Nêrgiz bi rengê xwe yê zer, spî û carna jî erûngî çavên mirov têr dike û bi bêhan xwe ya xweş jî vê xweşikbûnê dewlemedtir dike. Her wiha ji bo bi hezaran malbatan çavkaniya debara demsalî ye. Li parêzgehên Fars li ser qada 500 hektarî tê çandin. Kulîlka nêrgizê herî zêde li parêzgehên Khafir, Kazerun, Mazenderan û Behbehanê tê çandin.
Em ji parêzgeha Khafrê çend dîmenên berhevkirina nêrgizan ku zarok jî tê de hene bi we re parve bikin.