Li Pakistanê zilamekî du keçên xwe û zarokên wan qetil kirin
Zilamekî Pakistanê agir berda mala ku du keçên wî û çar zarokên xwe, lê diman û di encamê de 6 kes hatin qetilkirin. Li gorî agahiyan ji ber ku keçek wî zilamî li gorî daxwaza wî nezewicîbû ev qetlîam kiriye.
Navenda Nûçeyan- Di 17'ê Cotmehê de li gundekî li herêma Kerex ê navenda Pakistanê, bavê bi navê Mansour Hussain du keçên xwe yên bi navê May û Fawzia Hussain û zarokên wan, bi şewitandina mala ku ew lê diman qetil kirin.
Polîsên Pakistanê diyar kirin ku polîs li Mansour Hussain digerin, ji ber ku wî du sûcên hovane kirine. Piştî ku keça wî Fewziya Hussain li dijî daxwaza wî zewicîbû beriya 18 mehan û destnîşan kirin ku ji ber zewac ne li gorî rêbaza kevneşopî û pejirandî pêk hatiye bûye sedema nakokiyê di navbera her du malbatan de.
Du jin 3 zarok û zilamekî hatin qetilkirin
Karbidestê polîs li gotinên xwe zêde kir ku hevjînê Fawziya Hussain ya ku di dema şewatê de li derveyî malê dixebitî, dema ku vegeriya malê dît ku xanî dişewite û kurê wî yê 4 mehî di şewatê de miriye. Her wiha piştrast kir ku hevjînê May Hussain û sê zarokên wan di şewatê de mirine.
Komîsyona Mafên Mirovan a Pakistanê dibêje ku her sal bi sedan jin ji ber ku bê daxwaza malbatên xwe dizewicin ji hêla xizmên xwe ve tên kuştin.