Li Pakistanê li dijî dibistana zarokên keç êrîşa bombeyî hat kirin

Hate hînbûn ku li Pakîstanê li dijî dibistaneke ku zarokên keç lê dixwînin êrîşa bombeyî hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku li herêma Vezîristana Başûr a eyaleta Xyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê li dijî dibistana ku zarokên keç lê perwerde dibînin êrîşeke bombeyî hat kirin.

Efserê polîs Safdar Xan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşa bombeyî ya nîvê şevê de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li dibistana zarokên keç pêk hat de ti kes birîndar nebû. Di vê mehê de dibistan du caran hat bombekirin.

Tevî ku heta niha ti kesî berpirsyarî negirtiye ser xwe jî, tê gotin ku êrîş ji aliyê Talîbana Pakîstanê (TTP) ya ku li dijî perwerdeya jinan e û berê jî êrîşî dibistanên zarokên keç ên li herêmê kiribû, pêk hatiye.