Li Pakistanê lehî rabû 25 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê di lehiya ku derket de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 145 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Rêveberiya Karesatên Parêzgeha Pakîstanê (PDMA) ragihand ku di lehiyê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 145 kes jî birîndar bûne.