Li Kenya û Pakistanê ji ber lehiyê gelek kes mirin

Li Kenyayê ji ber lehiya ku ji barana çêbû 169 kesan jiyana xwe ji dest dan û 91 kes jî winda bûn. Li Pakistanê jî 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li Kenyaya welatê Rojhilatê Afrîkayê hejmara kesên ku di encama lehiya ku ji ber barana zêde ev nêzî 2 hefteyan berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe.

169 kes jiyana xwe ji dest da û 91 kes jî winda ye

Di daxuyaniya hikûmeta Kenyayê de, hate diyarkirin ku hejmara kesên di encama lehiya ku ji ber barana zêde pêkhatin de jiyana xwe ji dest dane bû 169’an û 91 kes jî winda ye. Di daxuyaniya ku hate ragihandin lehiyên tên jiyîn bandor li paytext Naîrobiyê jî kiriye, hin rê hatine girtin û hate diyar kirin ku gelek herêm jî di bin avê de mane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li seranserê welat zêdetirê 200 hezar ji baranên zêde û lehiyan bandor bûye.

Rêhesinên Kenya, ragihandibû ku seferên trên yên li seranserê welat hatine sekinandin.

Li Pakîstanê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî ajansa fermî ya Pakistanê, Associated Press Of Pakistan (APP) diyarkir ku li hinek herêmên eyaleta Hayber-Pahtunhva, ji ber barîna barana bihêz 116 mal xirab bûne û hinek rêyên çûyîn û hatin û hatine girtin.
Heman çavkaniyê ragihand ku ji ber barîna barana bihêz ku ev 3 rojin berdewam dike, 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.
Herwiha hate gotin ku 148 sewal jî telef bûne. Tê gotin xebatên ji bo alîkariyê berdewam dikin û rêyên hatine girtin jî têne vekirin.