Li Pakistanê ji ber barana dijwar 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Eyaleta Hayber- Pahtunhva ya bakur rojhilatê Pakistinê ji ber barana dijwar 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 kes birîndar bûn. Li herêmê bandora şert û mercên nebaş ên hewayê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li Eyaleta Hayber- Pahtunhva ya bakur rojhilatê Pakistinê barana dijwar bandorek neyênî li jiyanê dike. Li gor nûçeya rojnameya The Tribune; li eyaletê Peşaver, Lower Dir û Bajaur jî di nav de li hinek herêman ji ber barana dijwar banê malan hilweşiyane, hinek mal jî ji ber hezazê di nav axê de mane.

Hate ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgariyê, 7 jê ji Peşaver, 3 jî Lower Dir di nav de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku birindar ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.

Şert û mercên nerênî yên hewayê berdewam dike

Şert û mercên neyênî yên hewayê Lahor, Belucistan, Karaçi û heta herêmên çiyayî yê li bakur li beşek mezin ya welat bi bandore. Li Karaçi ji ber barana dijwar ‘rewşa awarte’ hate îlankirin, li hinek herêmên Lahor barana dijwar jiyan neyênî bandor kiriye. Li navçeya Gvadr ya eyaleta Belucistanê kanalizasyon serdeçûn, hinek niştecihên herêmê neçar man malên xwe bi terikînin.