Li Pakistanê di qezaya trênê de hejmara miriyan zêde bû

Di qezaya ku ji ber trêna rêwiyan a li Pakîstanê ji rê derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 30’î û hejmara birîndaran jî derket 90’î.

Navenda Nûçeyan - Li Pakistanê di qezaya ku di encama derketina trena rêwiyan a Hazara Eşprezzi ya ji Karaçî diçû Rawalpindî pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. 

Li gorî nûçeya di çapemeniya herêmî de; Hat diyarkirin ku hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 30î, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li cihê bûyerê bi dawî bûn. Hat ragihandin ku zêdetirî 90 kes birîndar bûne.

Wezîrê Rêhesinê yê Pakistanê Khavaja Saad Rafik ji rojnamevanan re ragihand ku 10 vagonên trêna rêwiyan li nêzî Navabşahê ji rê derketin. Khavaja Saad Rafîk diyar kir ku dibe ku qeza di encama "xerabûna teknîkî" an jî "sabotajê" de pêk hatibe, cenaze û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê yên li herêmên Navabşah û Sengerê.

Nehat zanîn ka çend kes di trênê de bûn

Mohsin Sayal, yek ji berpirsên pilebilind ên rêyên hesinî, got ku ji ber şandina trênên tamîrkirinê bo cihê bûyerê, seferên trênê li ser xeta trenê ya sereke hatine rawestandin û dê riya alternatîf û lênihêrîna bijîşkî ji bo rêwiyên trênê were peyda kirin. Agahiyên di dema qezayê de çend kes di trênê de bûn nehat dayîn.