Li Pakistanê di qezaya trenê de 22 kes mirin, 50 kes birîndar bûn

Li Pakistanê qezaya trenê çêbû, hat zanîn ku piştî qezayê gelek rêwî di vagonên ji rê derketin de asê mane û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Navenda Nûçeyan- Li nêzî  bajarê Navabşah ê Pakistanê treneke rêwiyan ji rê deket û qeza kir. Pîştî qezayê hat diyarkirin ku 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Riyên Hesinî yê Pakistanê Hawaja Saad Refîk daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku Trena rêwiyan ji Hazara ekspres ji Karaçî diçû bajarê Abbottabadê. 10 vagonên wê li nêzî riya Navabşa ji rê derketine. Wezîr aşkera kir ku dibe bûyer ji ber arizeya teknîkî û di encama sapotajê de derketibe.

Şefê polîsên xwecihî Younas Chandio diyar kir ku gihîştine cenazeyên 22 kesan, 50 birîndaran jî rakirine nexweşxaneyên nêz. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber cihê qezayê ji cihê niştecihbûnê dûr e di meşandina xebat û rizgarkirina birîndar û rakirina wan a nexweşxaneyê de zoriyan dikşînin.

Nayê zanîn ku di trênê de çend kes hene. Li gorî nûçeyên çapemeniya xwecihî gelek kes di vagonan de asê mane û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.