Li Pakistanê di 6 rojan de 568 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dan

Li Pakistanê ji ber nemiya zêde germahiya hewayê ya tê hîskirin ji 49 pileyî derbas dibe. Li welêt di 6 rojan de 568 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Germa zêde li gelek welatan bandoreke neyînî li jiyanê dike. Li Pakîstana ku pileya germahiyê 40 derbas dibe, rêjeya ketina nexweşxaneyan bi nîşaneyên vereş, îshal û taya bilind zêde bûye. Li welatê ku nexweşên germahiyê lê zêde bûn, di 6 rojan de 568 kes jiyana xwe ji dest dan. Her çendî sedemên mirinê nayên zanîn jî, tê texmîn kirin ku ji nişka ve zêdebûna mirinan dibe ku ji ber germahiya zêde bibe.

Li gorî nûçeya BBC; Li Karaçî ya Pakîstanê ji ber nemiya zêde germahiya hewayê ji 49 pileyî zêdetir dibe. Bi taybetî Pakistaniyên di 60 û 70 saliya xwe de li bajêr bi giranî ji germahiya zêde bandor dibin.

"Pêla germa zêde" ya ku dawiya hefteya borî li Karaçiyê dest pê kiribû îro jî dewam dike. Welatiyên Karaçî ku bi taybetî ji ber qutbûna elektrîkê nikarin klîmayan bixebitînin, bi germahiya zêde re zehmetiyan dikişînin.