Li Osmaniyeyê serdegirtina ‘dawetê’

Hat zanîn ku li Osmaniyeya Edeneyê bi hinceta ku di dawetê de li ber stranên Kurdî govend hatiye gerandin, hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Osmaniyeya Edeneyê îro di danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtinên malan de hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeya navendî ya Osmaniyeyê Sevgî Aydin û Faruk Kahraman û rêveberê wê Hakan Kahraman û 2 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku welatî bi hinceta di dawetê de li ber stranên Kurdî govend gerandine û wesayîdên xwe yên dawetê bi rengên kesk, sor û zer xemilandine hatine binçavkirin. Her 5 kesên binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê tên girtin.